
KCK’ê daxuyaniyek nivîskî da û balkişand ser girîngiya Newrozê ya ji bo Kurdan û banga tevlibûneke herî girseyî ya Newrozê kir.KCK’ê diyar kir ku, di vê dema ku em dikevin Newroza 2013’an, tevgera azadiya Kurdbi du esasî pêşvekirina têkoşînê plan dike û bi awayekî fermî îlan dike ku ji bo aştiyê jî ji bo şer jî amade ye.
Peyama KCK’ê ya Newrozê wiha ye:Newroz ku roja azadî û vejîna gelê Kurdû rojhilata navîne, li hemû gelê Kurdû kesên bawer dike pîroz be.
Em lehengên ku bedena xwe bi agirê Newrozê gur kirin, Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan, Zekiye, Bêrîvan, Ronahî û Rehşanê bibîrtînin û soza xwe ya dê têkoşîna wan bidin jiyandin dubare dikin. Her wiha em Rêber Apo ku li Kurdistanê Newroz gihand wateya xwe ya rast, slav dikin û em Newroza Serokatiya xwe ji dil pîroz dikin.
Axa Kurdistanê di seranserê dîrokê de rastî zilm û zordariya hêzên mêtînger hatiye. Dikare bê gotin ku dîroka Kurdistanê, bi asteke mezin bi berxwedanan derbas bûye. Gelê Kurdteslîm nebûye, berxwe daye û baweriya xwe ya bi jiyaneke azad tu carî wenda nekiriye. Ji ber vê yekê Newroz tê wateya ku lêvegerana nirxên Kurdistanî yên ku em kirine em. Newroz tê wateya ku xweparastina hebûna xwe, parastina nirxên civakî û netewî, li hemberî hemû xetereyên ku li jî mirovan tên rawesetandinê û xetere ji holê rakirinê. Agirê Newrozê ku wek îfadeya serkeftinê tê pêxistin, di heman demê mizgîniya serkeftinê ye. Di dîroka Kurdistanê de, agirên Newrozê wek agirên ku mizgîniya serkeftinê didin, li ezmanan bilind bûye. Ji ber vê yekê Gelê KurdGelekî Newrozê ye; Gelê Kurdhebûna xwe di agirê Newrozê de ava kiriye û hebûn û rêxistibûna xwe li ser vê axa pîroz mayînde kiriye.
Civîna 1973'an di 21'ê Adarê de pêk hat
Ligel van hemûyan tevgera me jî tevgereke Newrozê ye. Têkoşîna azadiya Kurdistanê ji roja destpêkê heta niha, hewldanên xwe yên mezin yên dîrokî di Newrozan de pêk aniye. Rêber Apo di 1973’an de li Enqere-Bendeva Çubuk bi komeke hevalên xwe re civîk pêk anî û biryara têkoşîn û tevgerê girt. Ev roj roja 21’ê Adarê ye. Di 1982’an de di tarîtiya faşîzma 12’ê îlonê de li Zindanên Amedê Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan bi 3 çopên kîbrîtê bedena xwe da ber agir. Ev roj roja Newrozê ye.
Îlana ERNK û KCK'ê
KCK’ê di berdewamiya daxuayniya xwe de diyar kir ku, Eniya Rizgariya Netewî ya Kurdistanê-ERNK di Newroza 1985’an de hat îlankirin û wih agot: “Di serî de di Newroza Cizîrê ya 1990’î de, hemû gelê Kurddi salên 90’î de daketin qadan û bi xwînrijandinê xwedî li Newrozê derketine. Di sala 2005’an de jî KCK ya ku pergala Konfederal a DemokrastÎk ya Rêber Apo ye hat îlan kirin.
Bingehê xweseriyê hate avakirin
KCK’ê destnîşan kir ku, di têkoşîna 40 salî de Newrozê ji hemleyên nû re malovanî kiriye û di Newroza 2013’an de dê Rêber Apo pêvajoyek nû îlan bike û got: “Ev pêvajoya nû, di esasa encamên ku hemleya tevgera me di 2012’an de pêk aniye û geşedanên mezin derketiye holê. Geşedanên hemleya 2012’an li Bakur û şoreşa Rojavayê Kurdistanê şert û mercên xweseriya demokratîk ava kiriye.
Têkoşîna du alî
Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê wiha got: “ Stratejiya ku Rêber Apo di pêvajoya nû de îlan bike ne tenê ji bo bakûrê Kurdistanê ye ji bo her çar parçeyên Kurdistanê ye û pêvajoyek dîrokiye. Bi ketina Newroza 2013’an re tevgera me li ser du bingehan dê têkoşînê bi meşîne biryar girtiye. Tevgerê îlan kir ku, hem ji bo şer û hem jî ji bo aştiyê jî amadeye. Em wek tevger amadene ku hêza xweya cewherî di sala 2013’an bi gihînin serkeftinê. Di vê pêvajoya dîrokî de Rêber Apo ku li Îmraliyê di çavçoveya diyalogê de hevdîtin pêş ket ev yek kir name bi vê yekê biryarbûnek nû ji bo çareseriya demokratîk pêşketiye.”
Di daxuyaniya KCK’ê wiha hat gotin: “ Tevgera me ev pêvajo ya 2013’an sala berxwedan û çareseriyekî demokratîk, serkeftin û azadiyê nirxandiye. Her wiha dê tevger li hemberî hemû nerêniyan jî bi tedbîr di 2013’an de tevbigere û ji bo ev pêvajo veguhere azadî û demokrasiyê ji bo vê yekê hemû plan û xebat girtine rojeva xwe.”
Pêvajoyeke dîrokî ye
Daxuyaniya KCK’ê wiha berdewam kir: “ Divê çarçoveyê de Rêbertiya me ku pêvajoyek nû îlan bike dê weke ‘Hemleya Avakirina Jiyana Azad û Rizgariya Demokratîk ’ dê bikeve rojevê û dê pêvajoya têkoşîna bibe hedefa serkeftinê. Ji bo pêşketina Hemleya Avakirina Jiyana Azad û Rizgariya Demokratîk Newroza 2013’an dê bibe derketinek girîng. Her wiha dê Newroz xwedî li hemleya dîrokî û destpêka pêvajoyê bike.”
KCK’ê wiha vegot: “ Gelê me ev hefteyeke bi heycanek mezin li qadan bi coşek mezin Newrozê pîroz dikin, lê belê di 17’ê adarê de bi resmî pîrozbahiyên Newrozê destpêkirin. Di destpêkê de li Wanê, Stenbonê û gelek qadan gelê Kurdistan û dostên wan yê Tirk bi helwesta xwe ya pîrozbahiya Newrozê re hewlesteya xwe ya ji bo azadiya Rêber Apo, çareseriya demokratîk û aştiyê daye nîşandan. Gelê Kurdbi awayekî pir xurt li qadan daye diyar kirin ku, êdî ew naxwazin di bin înkar, asimilasyon û zilmê de jiyan bikin, em dixwazin bi Rêberê xwe re bi azad bijîn. Diyar kirin ku, êdî tehmula siyasetmedar, hilbijarên gel, rojnameger, Hiqûqnas, Hunermend, Kedkar, Jin, Ciwan û generalên biçûk yanî zarokan nemaye ku êdî Rêberê Gelê KurdRêber Apo dibin şert û mercên girand bê girtin.Her wiha xwestine ku di nava jiyanek wek hev de bi hevre bijîn. Têkoşîna gelê me diyar kiriye ku, hemû çanda dikarin bi awayekî wek hev bi hevre bijîn. Newroza 2013’an ne tenê îlana pêngavek nûye di hema demê de xwedîderketina li civakê ye.”
Newroza Rizgariya Demokratîk
KCK’ê bang li gelê Kurdistanê û kurdistaniyên li derveyî welat kir ku, bi awayeke girseyî tevlî Newrozê bibin û daxuyanî wiha berdewam kir: “Gelê me dê bi Newroza 2013’an bi tevlîbûna xwe veguherîne azadiyê û bi vê yekê re jî projeya çareseriyê a Rêber Apo xwedî derkeve. Bi taybetî jî gelê me bi tevlîbûna xwe ya xurt a di Newroza Amedê de girêdayîna xwe ya çareseriya demokratîk dê raxîne ber çavan. Ji ber wî jî divê bi tevlîbûna gel, Newroza 2013’an bibe Newrozeke mezin û dîrokî. Newroza 2013’an dê wekî pêvajoya çareseriyê a ku Rêber Apo bi ‘Newroza Rizgariya Demokratîk’ ve dabû destpêkirin dê têkeve rûpelên dîrokê.” KCK’ê herî dawî bang li ciwan û jinên ciwan kir ku pêşengtiya pêvajoyê bikin û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Bi awayeke demokratîk û aştiyane divê ciwan Newroza xwe pîroz bikin û gelê xwe biparêzin.”
ANF/BEHDÎNAN
'Berxwedana Kurd hêviya gela ye'
Komîteya Rêveber a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) peyamek weşand û Newroza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd pîroz kir.
PKK’ê balkişand ser hameleya înşakirin jiyanek azad û rizgariya demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdudllah Ocalan daye dest pêkirin û banga li hemû gelê Kurd û aliyên demokratîk kir ku Newroza herî bi heybet a dîrokê pîroz bikin. PKK balkişand ser rola Konfederasyona Med ya dîrokê û got, bi hezaran salan şûnde diyar kir ku, rewşeke heman rengî îro bi berxwedana gelê Kurd pêk tê.
PKK’ê diyar kir ku, Ocalan hamleyeke nû daye destpêkirin û got: “Hamleya înşakirina jiyaneke azad û rizgariya demokratîk di Newroza 2013’an watedartir bûye. Ji ber vê Newroz ku cejna gelê Kurd û Rojhilata navîne divê ruhê serhildanê û ruhê înşakirina jiyaneke azad bê pîrozkirin.
Çanda Mazlûm, Zekiye û Rehşanan
Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Feraseta mezinkirina hevdemkirina nirxên azadiya civakê karekterê herî sereke yê PKK’ê ye. Berxwedana Mazlûm Dogan a li Zîndanên Amedê bû Newroz û esasa herî mezin ya vê kevneşopiyê ye. Agirê ji 3 çopê kîbrîta Mazlum Dogan derket, bi qasî ku hîmên faşîzma 12’ê îlonê bişewitîne bi hêze. Pergala faşîst nekare agirê ji destê Mazlûm Dogan derketiye vemirîne, li serên çiyan mezin bûye. Di her demê de agirê Mazlum Dogan dewr hatiye girtin. Bedena xwe dane ber agir. Zekiye alkan, Rahşan Demîrel, Sema Yuce, Ronahî û Bêrîvan pêşengên têkoşîna me ne. Em soza xwe ya bilindkirina têkoşînê ya ji b ovan hevalan dubare dikin. Em Newroza Serok Apo, gelê xwe û hemû hevalên pîroz dikin”
Newroz sembola rûhê azad e
PKK’ê wiha got: “Newroz bo Kurdan roja serkeftin, berxwedan û destpêkane. Newroz ne tenê destpêka salek nûye. Roja li dijî koletiyê berxwedane. Roja pêşxistian qadên jiyaneke nû û derbaskirina zivistanên reş û dirêje. Newroz sembola ruhê jiyaneke azad a Kurdan e. Yanî ligel ku bi pîrozkirina coşa jiyaneke hatiye qezekirinê, Newroz xwedî wateyeke siyasî û civakî ye. bi derketina partiya me PKK’ê re karekterekî netewî hatiye qezenckirin.
Konfederasyona Med
PKK’ê diyar kir ku, Rêber Apoû PKK di salên destpêkê yên têkoşînê de ji aliyê gel ve hatiye hezkirinû qebûlkirin û gto: “Di destpêka dîroka têkoşîna me de serhildanên Cizîr û Nisbêbînê ruhê berxwedana Mazlûm, Bêrîvan û Kamûranan bilind kiriye û ji taritiyê derxistiye. Vê kevneşopiya azadiyê bandor li ser hemû gelên cîhanê kiriye.
Têkoşîna azadiya gelê Kurd, wekî ku her tim dîrokê de pê khatiye li hemû herêmê bûye hêviya azdiya gelên herêmê. Çawa ku bi saya berxwedana Konfederasyona Medê hemû gelên herêmê ji zilma Dehaq xilas bûne , bi hezaran salan şûnde îro jî heman rewş pêk tê.
Hamleya avakirina jiyaneke azad
Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “têkoşîna li Kurdistanê bandorê li ser hemû herêmê dike. Rêber Apo ji ber geşedanên li Herêmê pêk tên hamleyeke nû daye destpêkirin. Hamleya înşakirina jiyanek azad û rizgariya demokratîk Newroza 2013’an watedartir kiriye. Hemû gelê Kurdistanê û aliyên eleqeder li bendê vê rojê ne. dê hîmê lêgerîneke jiyana azad a gelan ava bike. Pêşeroja gelên Kurd, Tirk,Ereb, Fars, Ermen, Cihû, Laz, Asûrî bi hev egirêdayîne. Ji ber vê divê her kes piştgiriyê bide pêvajoya hameleya Rêber Apo daniye holê.
Newroza herî bi heybet
PKK’ê diyar kir ku, ew careke din biryara xwe ya azadkirina gelan û meşa berbir sefkeftinê dubare dikin û got: “Bi pêvajoya nû ya ku serokatiya me daye destpêkirin em careke din cejna Newrozê pîroz dikin. Di serî de jinên ciwan û ciwan hemû gelê me, aliyên demokratîk divê tevlî Newroza îsal ya bi heybet bibe.”
ANF/BEHDÎNAN