
Muslim, diyar kir ku hinek siyasetmedar bê ku were zanîn kî ne, di dema benda kontrolê ya YPG’ê re derbas bûne hatine kontrol kirin û ev siyasetmedar li xwe giran dibînin û daxuyaniyan didin dibêjin bila PYD’ê lêborînê ji me bixwaze. Muslim, destnîşan kir ku YPG girêdayî Desteya Bilind a Kurd e û ne girêdayî PYD’ê ye û ev yek ne tişteke lêborîn xwestinê ye, ger ku pirsgirêkek hebe jî muxatab Desteya Bilind e. Muslim, bal kişand ku YPG û hêza asayîşê akademî û sazî vekirine û endamên xwe perwerde dikin, cihê xwe yê taybet di dilê gelê herêmê de hene û tu elaqa PYD’ê û YPG’ê bi hev re tuneye. Muslim, da zanîn ku hin alî dixwazin YPG’ê bixin hêza partiyekê û bi vê yekê biçûk bikin, lewre dixwazin bi PYD’ê ve girêbidin, şervanên YPG’ ê ku parastina Rojavayê Kurdistanê dikin û Asayîş jî ne girêdayî PYD’ê ye, ev temsîla îradeya gelê Rojavayê Kurdistanê dikin û yên ku dixwazin asayîşê û YPG’ê bi PYD’ê ve girêbidin armanca wan biçûk kirina gelê Rojava ye.
Rastiya şerê li Til Temir
Hevserokê PYD’ê derbarê pevçûnên li Til Temirê de ev tişt anîn ziman: ‘’Em şerê li Til Temir dişopînin, êrîş ji aliyê alîgirên Baas û komên çekdar li dijî gelê Kurd pêk hatine, ji aliyekî alîgirên rêjîma Baas êrîşî Kurdan dikin û ji aliyê din jî komên çekdar êrîşî destkeftiyên Kurdan dikin, ev êrîş di çarçoveya ne tehemulkirina mafên Kurdan de ye, lê tevî hemû tiştî helwesta Kurdan nehatiye guhertin û Kurd di xeta xwe ya parastina rewa de ne. Kî bi ser me de bê em ê xwe biparêzin, em ê mafê xwe yê parastina rewa bikarbînin.’’ Muslim, derbarê daxuyaniya Encumana Niştimanî Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) jî diyar kir ku daxuyaniya wan ji bêberpirsyariyê hatiye dayîn.
Hevdîtinên dîplomatîk
Derbarê gera xwe ya li derve jî hevserokê PYD’ê Salih Muslim wiha got: ‘’Li Londonê me hevdîtin bi hinek lordan û kesayetên girîng re wek Rêveberê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya Birîtanya Cêrê Mî Grînstok û Endamê Têkiliyên Derve yê Yekîtiya Ewropa Bulyes Con re lidar xist. Di hevdîtinan de mijarên alîkariya bi gelê Rojavayê Kurdistanê û pirsa Kurd di pêşeroja Sûriyeyê de hatin nîqaşkirin.
Helwesta Tirkiyeyê
Derbarê helwest û nêzîkatiya Tirkiyê ji bo pirsgirêka gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê Muslim wiha axivî: ‘’Pêvajoya ku niha li Bakûrê Kurdistanê dimeşe bandora xwe ya erênî li hemû Kurdistanê û Rojhilata Navîn dike. Dewleta Tirkiyê ku tim êrîşî şoreşên gelê Kurd kiriye, destê Tirkiyê di şerê hemû şoreşên Kurdan de hebûye. Tevî vê yekê jî em wek PYD’ê xwedî proje ne û em amade ne ku bi Tirkiyê re hevdîtinan lidar bixin.’’
Muslim, êrîşên Îsraîl a li dijî Sûriyeyê şermezar kir û da zanîn ku ev êrîş li dijî milkê hemû gelên Sûriyeyê pêk hatiye, lê berpirsyarê sereke ji êrîşan rêjîma Baas e bi nav kir, ji ber ku rejîm bi xwe çekan giran li dijî gelê xwe de bikar tîne.
NAVENDA NÛÇEYAN
Çareserî xweseriya demokratîk e
Komîteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) diyar kir ku Pêwîsta muxalefeta Sûriyeyê bi yekîtiya demokratîk haye û riya çareserkirina pirsgirka li Sûriyeyê xweseriya demokratîk e. PYD komkujiya li Banyas şermezar kir û wek şerê mezhebî binav kir.
Komîteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) derbarê rewşa şidet û tundeya ku ev 2 sal in li Sûriyeyê pêşketiye û komkujiya Beyda û Nebei yên Banyasê ku di encampê de bi dehan sivîl jiyana xwe jidest dan şermezar kir û bang li muxalefeta Sûriyeyê kir ku nimûneya li Rojavayê Kurdistanê tê jiyan ji bo çareserkirina hemû pirsgirêka Sûriyeyê bibe nimûne.
Di daxuyaniya xwe de PYD’ê diyar kir ku ev 2 salin li Sûriyeyê wêranî, kuştin, koçberî, komkujî û şerê navxweyî pir zêdebûye. Di daxuyaniyê de hate gotin ku aliyên şer ne gihiştine asta rêbaza demokratîk ji bo çareserkirina pirsgirêka Sûriyeyê.
Di daxuyniyê de hate diyar kirin ku şoreşa Sûriyeyê ji xeta xwe ya aştiyane û mirovî derketiye, şer û pevçûnên li Sûriyeyê bûne şereke mezhebî ku gelek mirovên bê guneh ziyan dîtine û xeleka dawî di van pevçûnên ku ji bêçareseriyê li gundên Res El-Nebi û Beyda ên Banyasê pêk hatine. Di encamê de bi dehan jin, zarok û kesên bê guneh jiyan xwe jidest dan e.
Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku komkujiya li Banyas ê li ser esasekî mezhebî ku yek ji şêwazên sîstema dewleta netewî ku wek hêza sereke ya hêzên sermyandarin pêk hatine. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku komkujiyên li Banyas, gundê Hedad a Qamişlo, topbaran û bombebarana balfiyên rêjîmê ya li dijî Taxên Kurda li Helebê tev nîşana zulm û zordestiya kujerên ku biratiya di nava hemû pêkhateyên Sûriyeyê de tehdîd dike. Di daxuyaniya xwe de PYD’ê da zanîn ku rêjîma Baas bi siyaseta xwe ya înkar û tunekirinê dixwaze welat ber bi şerekî mezhebî ku di nava hemû pêkhateyan de û dûrî nirxê civaka Sûriyeyê derkeve.
Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin: ’’Tiştên li Sûriyeyê tên jiyan, ji ber siyasetên çewt ên herdû aliyên şer in, şêniyên Sûriyeyê buhaya şerên li Sûriyeyê didin, ji ber vê yekê pêwîstiya Sûriyeyê bi hêzên rêxistinkirî wek Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Asayişa ku aramiya Rojavayê Kurdistanê diparzin heye. Ev jî nîşan dide ku xeta 3’yemîn di şoreşa Sûriyeyê de biserket û diyar kir ku riya Netewa Demokratîk dikare ji bo çareserkirina pirsgirêka li Sûriyeyê bibe bingeh. Li ser vî asasî pêwîstî bingeheke ji bo pêşxistina civaka Sûriyeyê were amadekirin, heta ku weke welatekî demokratîk karibe mafê hemû pêkhateyan biparêze.’’
Di daxuyaniyê de hate diyrkirin ku geşedanên li Rojavayê Kurdistanê û xweseriya demokratîk ku bandora xwe li jiyana di nava civaka Rojavayê Kurdistanê de kiriye, saziyên civakê yên sivîl hatine avakirin û li gorî zagonan biryar tên girtin.
Di dawiya daxuyaniyê de PYD’ê komkujiya li Banyas şermezar kir û da zanîn ku pêwîstiya muxalefeta demokratîk bi yekîtiyê heye û nimûneya li Rojavayê Kurdistanê ji bo hemû Sûriyeyê were bikarnaîn.
QAMIŞLO