Ji ber ku wî kiryarên ku çeteyan li dijî welatiyên Rojava pêk dianîn û hovîtiya wan a li dijî wan dîtin û ji bo ku welatiyên Rojava biparêze, ew biryar dide ku biçe Rojava. Şoreş beriya du mehan ve ji bajarê xwe derketiye û berê xwe dide Rojava. Dema ku dighêje Rojava yekser dixwaze ku şervanên YPG’ê bibîne. Piştî şervanan dibîne, ji wan dixwaze ku di nava wan de bimîne. Paşê tevlî dewreyeke perwerdeyê ku mehekê dom dike, dibe. Piştre jî li ser daxwaza wî, di eniya şer a Til Temirê de cihê xwe digre.
Şoreş di şerên li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên li gundên Til Temirê de cihê xwe digre. Di şer de birîndar dibe. Piştî ku tê dermankirin, dîsa vedgere û di eniya şer de cihê xwe digre.
'Li vir cudahî tune ye'
Şervanê YPG’ê Şoreş diyar kir ku piştî wî di nava refên YPG’ê de cihê xwe girtiye, wî dîtiye ku çawa hemû şervan bi hev re li ser ease hevkarî û rihê hevaltiyê dijîn û ev tişt anîn ziman: "Tevî ku ez ne Kurd bûm jî, lê belê wan ez bi hezkirin, germahî û rêzdarî pêşwazî kirim. Di nava hêza YPG’ê de ne tenê Kurd, hemû pêkhate, bê tu ferq û cudahî cihê xwe digrin.ˮ
Şoreş diyar kir ku tiştê herî zêde bala wî kişandiye di nava refên YPG’ê de ewe ku ev hêz ne tenê ji bo gelê Kurd şer dike, lê belê ew ji bo tevahiya pêkhateyan û tevahiya mirovahiyê şer dike.
Şoreş da zanîn ku yek ji taybetmendiyên gelê Kurd ew e ku hemû kesî û pêkhateyan hembêz dike û digre nava xwe, ev jî bû sedema ku ew gelekî bi wan ve bê girêdan û wan weke malbata xwe bibîne.
'Bêdeng nemînin'
Şoreş destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşî herêmên Rojava dikin û li dijî welatiyan kiryarên dij mirovahiyê pêk tînin û tevî hemû kiryaran jî, di nava raya giştî û cîhanê de bêdengiyek heye. Şoreş bang li hemû welatên cîhanê kir ku li hember van êrîşan bê deng nemînin û alîkariya gelê Rojava û tevahiya Rojhilata Navîn bikin. Şoreş her wiha bang li her kesê ku dibêje ew azadîxwaz û aştîxwaz e ku berê xwe bide Rojavayê Kurdistanê û axa wê biparêze.
AYŞE HISO/ANHA/DIRBÊSIYÊ