Dîroka dengbêjiyê
Di vê beşê de tiştine gelek balkêş li ser huner û dîroka dengbêjiya Kurdî cîh girtine. Wî bi jêrenot û nivîsnasiyên xwe gelek mijarên nezelal ronî kiriye, alîkarî daye xwendevanan. Ev stran, ev berhemên ku di vê pirtûka delal de cîh girtine ji bo pêşketina ziman, edebiyat û herwisa ji bo dîroka Kurdî wek çavkanî dikarin roleke gelek mezin bilîzin û hin pirsên çanda Kurdî ronî bikin. Min bi xwe ev pirtûka nivîskar-lêkoler Mehmet Gultekîn bi dildarî û bi hewaseke mezin xwend. Gelek tiştên nû ji naveroka vê pirtûka kêrdar fêr bûm. Hêvî dikim ku xwendevanên Kurd, dildarên zargotina Kurdî jî wê bi kêfxweşiyeke mezin vê pirtûka Kurdî bixwînin, tam û lezetekê jê werbigrin.”
Salnameya Ehmedê Xanî
Mehmet Gultekin li herêma Bazîd-Araratê hatiye dinyayê û heta qedandina lîseyê li wir xwendiye. Pişt re ji bo xwendina zanîngehê di sala 1979'an de çûye Almanya. Di sala 1986'an de beşa Fîlologiyê ya Zanîngeha J. Wofgang Goethe li bajarê Frankfurtê bi master qedandiye. Di Dadgeha Bilind a Eyaletan de karê wergerwaniyê dike.
Ji sala 1984'an pêde di hin kovarên Kurdî de nivîsên wî derketin, du pirtûkên Kurdî wergerandine zimanê almanî. Ji sala 2009'an pê de di amadekariya rêzepirtûkên “Salnama Ehmedê Xanî” de kar dike ku heta niha 4 pirtûk hatin weşandin.
STENBOL