Çeteyên DAIŞ'ê di 3'yê Tebaxa 2014'an de êrîşî gundê Domisê yê Şengalê kirin û zarokê 13 salî Rezzan Qasim Xidir jî dîl girtin, piştî Şengal ji çeteyan hat rizgarkirin, vê carê PDK'ê zarokê Êzîdî dîl girt. Rezzanê bi îdiaya sîxûrê DAIŞ'ê ye hat dîlgirtin, bi salan e agahî jê nayê girtin. Malbata Xidir eşkera kir ku zarokê wan di destê PDK'ê de ye, lê her dem bi hinceteke cuda wan vedigerînin.

Bavê zarokê 13 salî Şemo Qasim Miraz diyar kir ku dema DAIŞ'ê êrîşê gundê wan kiriye, ew nerevîne û 2 mehan di destê DAIŞ'ê de mane û der barê Rezzan de got: "Dema DAIŞ hat em 50 rojî li wir man, emîrekî DAIŞ'ê hat û pirsa Rezzan kir û gotin ku 'Li gel Rezzan kamera heye? Tu sîxûrê pêşmergeyan î û agahiyê didî wan.' Ev derew e, li gel zarokê me kamera tine bû, tenê telefoneke bê kamera hebû. DAIŞ'ê Rezzan girt û ew bir dadgeha Ramûsê. Ew roj karê wan neqediya, roja din dîsa birin. Piştî wê hat girtin. Şeva 2'yê Cotmehê em ji wir revîn û zarokê me li wir ma."


Rezza 6 mehan li cem Şeşo ma

Mîrza dest nîşan kir ku ew fikirîne ku zarokê wan hatiye kuştin, lê di dema azadkirina Şengalê de di televîzyonê de dîtine ku zarokê wan dijî. Mîrza piştrast kir ku zarokê wan jî di televîzyonê de axiviye û li gel Qasim Şeşo bûye û got: "Ez çûm gel Qasim Şeşo û min pirsa zarokê xwe kir. 6 mehan zarokê me li gel wî maye û bi ti awayî nîşanî me neda. Qasim Şeşo ji me re got 'kurê te endamê DAIŞ'ê ye, min jî got, heke endamê wan be dê bi we re şer bikira, zarokê min ne endamê DAIŞ'ê ye."


Li Başûr e lê nîşanî me nadin

Mîrza da zanîn ku ji bo zarokê xwe bibîne mala xwe jî ji Başûr aniye û eşkera kir ku wî ji asayîş, sazî û dadgehan pirsa kurê xwe kiriye, lê ti agahî bi dest nexistiye û wiha pê de çû: "Gotin 'Ti eleqeya wî bi mer re tine' û nîşanî me nedan. Digotin ku 'Me biriye Başûr' lê cihê wî nedigotin. Rezzan hêj 13 salî bû." Mîrze derbirî ku zaroka keç a bi navê Besîme Derwêş jî girî ye û cihê wê jî ji kesî re nabêjin û got: "Me di ti şerî de zarokê xwe nedît, pêşmerge dema diçine gund dibînin ku destê zarok kelepçekiriye. Pêşmergeyan bi xwe got. Heke tiştek bê serê kurê min, berpirsyar Qasim Şeşo ye. Em tenê kurê xwe dixwazin. Dîsa zaroka keç a bi navê Besîme Derwêş jî niha li Başûr girtî ye û cihê wê ji kesî re nabêjin."


Şeşo kurê me winda kir

Dayika Rezzan Sînem Îbrahîn Îlyas jî wêneyê kurê xwe da nîşan û got "Em ti tiştekî naxwazin, em dizanin sax e bila zarokê me bînin. Du zarokên min hene, ew yê herî mezin e. Min gelek zehmetî bi wî re kişand, ez çûm gel Qasim Şeşo û min xwest cihê wî bêje. Şeşo sond xwar û got ku dê kurê min bîne, lê sonda wî derew derket. Me demek berê jî xwest em biçin gel Şeşo, lê nehiştin. Berpirsê Asayîşa PDK'ê Nûrî piyên xwe bi ser hev re avîtibû, dema me behsa Rezzan kir, got ku 'Kurê we ne li vir e, di destê DAIŞ'ê de ye. Berî ku Şengal bê azad kirin, Qasim Şeşo bi xwe digot 'Em dizanin di destê DAIŞ'ê de ye, girtî ye, ti eleqeya wî bi DAIŞ'ê re tine.' Lê niha tiştên cuda dibêin. Em dizanin Qasim Şeşo ew serwinda kir." 


 DÎHABER/ŞENGAL