Hejmara 4'an a xêzekovara Kurdî "Zrîng“ê derket. Di hejmara nû de hem xêzkarên nû hene hem jî kovarê ragihandiye ku piştî hejmara 4'an wê ji bo xêzkarên amator jî rûpelekê veqetîne.

Hejmara 4'an a xêzekovara Kurmancî û Kirmanckî "Zrîng" cih daye xêzên Dogan Guzel, Ender Ozkahraman, Îmam Cîcî, Eşref Mûmcû, Bunyamîn Karakoç û Ronî Battê, di vê hejmarê de xêzên Eceren û Kemal Gokhan jî hene. Her wiha dîsa Terstaqla Reco û Ozgur Amed jî bi nivîsên xwe yên mîzahî rengekî cuda dane kovarê.

Zrînga 32 rûpelî, wê hefteya li pêşiya me bi rojnameya me re bigihîje aboneyên me jî.

 

AMED