
Ji bo bîranîna mamosteya têkoşer Şehîd Viyan Amara li Rojavayê Kurdistanê pêşbirka çîrok û helbestê tê lidarxistin. Komîteya Amadekar da xuyakirin ku têkoşîna Şehîd Viyan Amara li hember paşverûtiya civakî, desthilatdarî û hişmendiya zilamtî bû û wiha got: “Li Kobana egîdan bi hêsanî karî çeka xwe rake û tol hilde. Di 26.07.2013`an de xwîna wê tevlî axa Meştenûrê bû û Viyan Amara kete nava karwanên nemiran. Rola mamosteya leheng di pêşvebirina ziman û wêjeya Kurdî de gelekî mezin e. Ji bo pîrozkirina keda wê, şagirtên Ş.Viyan Amara dê ziman û wêjeya Kurdî xurt bikin û rêka rast a ku şoreşê bidomîne hilbijêrin. Ku em bikaribin weke lehenga me Ş.Viyan Amara rahêjin pênûsa xwe û hebûna xwe ya civakî û exlaqî biparêzin. Pênûsên ku li wan deran bê xwedî mane, ji nava xeweke kûr rakin û ji nû de li civakê vegerînin. Ev pêşbirk yek ji wan armancan hildigire nava xwe.”
Şertên tevlîbûnê
Her wiha Komîteya Amadekar şertên tevlîbûna pêşbirka wiha rave kir:
“ 1- Beşdar dikare bi du helbest û çîrokekê beşdar bibe.
2- Nabe helbest û çîrokên beşdarbûyî di tu cihên din de hatibin weşandin.
3- Divê berhemên beşdarbûyî ne ji cihekî hatibin girtin an gelêrî yan jî ji cihekî hatibin wergerandin. Divê yên nivîskar bi xwe bin.
4- Divê beşdar berhem, kurtejiyan, navnîşan û telefona xwe berî 30.05.2016`an ji navnîşana li jêr re bi rê bike. Bi rêka e-mail ê yan jî serdana komîteya amadekar bike.
5- Girtina berheman ji 01.03.2016 heya bi 30.05.2016`an de ye. 6- Nivîsên tên şandin li xwediyên wan nayên vegerandin û mafê weşandina wan ji komîteya amadekar re ye.
Navnîşan: Efrîn – Navenda Saziyên Ziman – Komîteya Amadekar. e-mail: xelatas.viyanamara@gmail.com”
EFRÎN