Komên  çekdar ku ev demeke li Bjarokê Til Temir ê welatiyên ku diçin karê xwe dişelînin, bendê kontrolê li ser riyan çêdikin û welatiyan asteng dikin. Li ser daxwaza şêniyên Til Temirê dewriyeyên YPG’ê derdiketin.

Komên çekdar ku pêr di satên nîvro de li beranberî Gundê Ên Elebid êrîşî dewriya YPG’ ê kirin û di encama bersivdayina YPG’ê de pevçûn derket. Koma çekdar ku kuştiyên wan çêbûn neçar man ku ji herêmê dûr bikevin û YPG’ê Ên Elebid kir bin kontorla xwe de.
Komên çekdar saetên êvarê careke din êrîşî dewriya YPG’ ê ya li herêmê kirin û di encama bersivdayina şervanên YPG’ê pevçûn di navbera komên çekdar û YPG’ê de rû da.
Pevçûnên li gundên Micêbra û Ib El-Naga bi dijwarê rû dan. Çavkaniyên YPG’ê diyar kirin ku di pevçûnan de ji 10 zêdetir kuştiyên komên çekdar çêbûne.

Şervanê YPG’ê jiyan xwe jidest da  

Şervanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Hogir Qehreman bi nasnav Mîtan Bawer di pevçûnên li Ên El-Ebid de jiyan xwe ji dest da. Cenazeyê şervanê YPG’ê Hogir Qehreman ku di êrîşa komên çekdar a li ser dewriya YPG’ê de jiyana xwe ji dest da, ji Amûdê berbi bajarê Qamişlo ve kete rê.
Şervanên YPG’ê û girseyek qelebalix a gel cenazeyê Hogir Qehreman ji Navenda Tenduristiyê li ser milan kirin û heta navenda bajêr meşiyan. Girseya gel bi posterên Hogir û alên kurdî û bi durişmeyên Şehîd namirin,  cenaze birin ser rêya Qamişlo û ji vir cenaze wê bi karwanekî wesayîtan ber bi bajarê Qamişlo ve hate şandin û doh di saetên êvarî de li goristana şehîdan a bajarê Dêrikê hate veşartin.
Servanê YPG’ê  Hogir  Qehrman bi nasnav Mîtan Bawer di sala 1989’an de li bajarê Dêrikê ji dayik bûye. 

TIL TEMIR