Navenda Çapemeniya YPG’ê derbarê şer û pevçûnên 24 saetên dawî yên li Cizîrê û Kobanê daxuyaniyek nivîskî weşand. 

Di daxuyaniya Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê hate destnîşan kirin ku Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo ya ku bi armanca rizgarkirina gund û bejahiya rojavayê Kantona Cizîrê hatibû destpêkirin di roja xwe ya 29’an de bi serkeftî berdewam dike.

Di daxuyaniya doh de hate ragihandin ku operasyonên di çerçoveya qonaxa duyemîn a hemleyê de tên lidarxistin, li başûr-rojavayê Serêkaniyê didomînin û ev agahî hatin dayin: " Hêzên me yên ku pêşveçûna xwe ya li rojavaye bajaroka didomînin li aliye din de jî operasyonên xwe ya li qadên dikeve bakure çiyaye Kizwanan berdewam dike. Hêzên me şevê (pêr êvarî) din li qadên dikeve rojavaye bajaroka Mebrûka operasyonên nû lidarxistin. Di encama vê operasyone de hêzên me gundên El Hayis, Hewwas, El Qadriyê, Dehlîz, Zeydî û Seferna ji çeteyan paqij kirin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di vê operasyone de nehatiyi zelal kirin. Di operasyonê de rêhevalekî me ku pêl mayine çeteyan a bere cih kiribûn pêle kir û birîndar bû, tevî hemû hewldanan jî nehat rizgarkirin û gihişt şehadete."


Li gundê Maptuh 22 çete hatin kuştin

YPG'ê di daxuyaniya xwe de detayên pevçûna jî wiha ragihandin: " Di navbera hêzên me yên ku li qadên dikeve navbera çiyaye Kizwanan û bajaroka Alya de operasyonên xwe didomînin û komên çeteyan de pevçunên dijwar hatiye jiyankirin. Di nave 24 seatên dawî de hêzên me li van qadan gundên Maptuh, Ebû Hesen, Hiseyn Acêl û Aşşan ji çeteyan paqijkirin. Pevçunên li gundê Meptuh hat jiyankirin de qasî hat zelalkirin 22 endame çeteyan hatiane kuştin."


Li Bedîa şerê sîng bi sîng

YPG'ê ragihand ku doh di saetên sibehê de li gundê Bedîa şerekî dijwar rû daye û 19 çete hatine kuştin. Têkildarî vî şerî jî ev agahî hatin parve kirin: "Îro dane sihare jî di navbera hêzên me û komên çeteyan de li gundê Bedîa ya ku li heman herême ye pevçunên dijwar rû daye. Pevçunên di mesafeyeke nîzîk û sing bi sing tên jiyîn de heta niha qasî hat zelalkirin 19 endame çeteyan hatine kuştin. Dema çeteyan cara yekem gulê li ser hêzên me reşandin 2 rêhevale me gihiştin şehadete."


Li Kobanê bê navber berxwedan

Di daxuyania YPG'ê de agahiyên derbarê şerê li Kantona Kobanê de jî bi raya giştî re hatin parvekirin: "Berxwedana bi armanca rexistina terorî ya DAIŞ’ê ji Kobanê bi temamî paqijbikin tên meşandin, roja xwe ya 262. de berdewam dike. Komên çeteyan doh li başûrê Kobanê êrîşek nû lidarxistin. Piştî êrîşê li hember gundê Qeynterê de pevçunên dijwar hatine jiyîn. Hêzên me êrîşên çeteyan şikandin û qasî hat zelalkirin 4 endame çeteyan kuştin. Di van pevçunan de rêhevalekî me ku bi lehengî şer dikir gihiştiye şehadete. Li heman eniyê çeteyan li hember gundê Qilhaydê jî bi topên hewanan êrîşek lidarxistin.ˮ 


 NAVENDA NÛÇEYAN 




Fedaiyan pêşiya komkujiyê girt


Çeteyên DAIŞ’ê ku li hemberî Hemleya Fermandar Rûbar Qamişlo derbeyên mezin dixwe û têk diçe, serî li hewldanên komkujiyan ên li hemberî gelê sivîl dide.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên ANHA’yê ji herêmê ragihandine, çeteyan ji aliyê gundê Alya ve pêr saet derdora 17.00’an de bi kamyonên mezin (TIR) ên bombebarkirî xwestin ber bi aliyê Serêkaniyê ve werin û êriş bikin. Yekîneyên antî terorê fedaîtî kir Li ser agahiyak ku dê çete bi kamyonên bombebarkirî êrîşî gel bikin, yekîneyên antî terorê, li nêzî gundê Kuxa Um El-Dibis bend çêkir û hewl dan ku nehêlin çete xwe bigihînin cihên sivîlan. Yekîneyên antî terorê ji kamyonên bombebarkirî yek teqandin û bêbandor kirin. Lê nekarîn kamyona duyemîn asteng bikin û li nêzî gundê El Dibis teqiya. Di encama teqîna komyona ku endamên yekîneya antî terorê bi fedaîtî hewl dan ku asteng bikin de, 2 endamên yekîneya antî terorê jiyana xwe ji dest dan û yek jî birîndar bû. Her wiha ji gelê sivîl jî gelek kes birîndar bûn. Ji ber teqînê di avahiyên gund de jî ziyana maddî pêk hat. 


 SERÊKANIYÊ