HPG’ê eşkere kir ku gerîlayan li navçeya Çelê ya Colemêrgê derbeyek mezin li artêşa Tirk xistin û ragihand ku di encama çalakiyê de zêdetirê 10 leşker hatine kuştin. 
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê çalakiyên gerîlayên HPG’ê yên di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî de li navçeyên Colemêrgê hatine destpêkirin daxuyaniyek da. HPG da zanîn ku di encama çalakiyê a li Çelê de zêdetirî 10 leşker hatin kuştin û ev agahî dan: “Di çarçoveya serweriya herêmê ya li navçeyên Çelê, Şemzînan û Gevera Colemergê ji aliyê gerîlayên me ve hin rêze çalakî hatine lidarxistin. Di 27'ê Îlonê de li navçeya Çelê li dijî herêma Geliyê Zapê li dijî leşkerên artêşa tirk ên derketine operasyonê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Dema helîkoptera skorsky a xwestiye li ser girê Helwesîs daxîne û leşker li derdora wê kombûne çalakî hatiye lidarxistin û zêdetirî 10 leşkeran hatine kuştin.
Gerîlayên me yê çûne ser cenazeyên 6 leşkeran û çekek tam otomatîk a BKC û çekeke melez a HK-33 desteser kiriye."
HPG diyar kir ku piştî çalakiyê herêm tevî hewan û obûsan, ji aliyê helîkoptereyan ve jî hatiye bombekirin, şer û pevçûnên li herêmê jî dewam dikin.

Kontrola rê dewam dike
Di daxuyaniya HPG´ê de hat diyarkirin ku di 26'ê Îlonê de jî di navbera Geliyê Bêmbo û Şemzînanê de gerîlayan rê kontrol kirine, wesayit rawestandine û gel di derbarê pêvajoyê de hatiye agahdarkirin.  HPG da zanîn ku li herêma Geliyê Dostkî ya Geverê serweriya gerîlayan berdewam dike û ji 23'ê Îlonê û vir ve riya Gever û Oramarê ji aliyê leşkerên qereqola Sînewayê ve li çûn û hatina wesayita hatiye qedexekirin. Li gorî agahiyên HPG´ê li herêmê bombebaranên xwe berdewam dike û di 26'ê îlonê de Navserên Xanemîr, Gundê Bayê û Neqeba Şehîdan a bi ser Çarçelayê bi hewan û obusan hatiye bombekirin.

Îdiaya wendahiyan derew derxist

HPG’ê der barê çalakiyên gerîlayan ên li Wanê jî daxuyaniyek da û îdîayên ku dibêjin “Li Wanê du gerîlayan jiyana xwe ji dest dane” derew derxist. HPG li ser îdîayan weha got: "Di 22'ê Îlonê de piştî çalakiya li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeya Wanê hatibû lidarxistin û polîsek hatibû kuştin, nûçeyên behsa şahadeta gerîlayên me yê ev çalakî lidarxistiye dûrî rastiyê ye. Gerîlayê me yê ev çalakî lidarxistine beyî wendahî bidin gihiştine yekîneya xwe.”
Di daxuyaniyê de her weha hate diyarkirin ku di 26'ê îlonê li navçeya Payizavaya Wanê li ser riya Nodizê ji aliyê gerîlayan ve hatiye kontrolkirin û wiha hat gotin; “Wesayit hatine rawestandin, nasname hatine kontrolkirin û gel di derbarê pêvejoyê de hatiye agahdarkirin. Herweha Cerdewaneke ji Gundê Sipîndaroka Payizavayê li pêşiya gel hatiye darizandin, ji ber sond daye ku dest ji cerdewaniyê berde serbest hatiye berdan. “

Çelîkkanat ê AKP´yî hate berdan

HPG’ê Serokê berê yê Navçeya Pîran a Amedê Hamît Çelîkkanatê yê ku ji aliyê gerîlayan ve hatibû binçavkirin jî serbest berda. HPG li ser bûyerê ev agahî dan: “Di 22'ê Îlonê de li navçeya Pîrana Amedê Hamît Çelîkkanatê ji aliyê gerîlayên me ve hatibû binçavkirin, piştî kar û xebatên hiquqî bi dawî bû serbest hatiye berdan.”

Gerîlayên YJA-Star´ê çalakî lidarxistin
Navenda Çapemeniya YJA-Star´ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku gerîlayên jin yê YJA-Starê li navçeya Pilemûriyê ya Dêrsimê di 26´ê Îlonê de çalakiyek li darxistine, di encamê de 2 leşker hatine kuştin, 3 leşker jî birîndarbûne.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku artêşa Tirk piştî çalakiyê herêmê bêserûber bombebaran kiriye.  

ANF/BEHDÎNAN