Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî 70 rojin nikarin biçin Îmaliylê. Dayika girtiyê Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê Bayram Kaymaz, Medîne Kaymaz, diyar kir ku 6 mehin bi kurê xwe re hevdîtin pêk neaniye û wiha got: "Erdogan dibêje kezeba min dişewite. Lê destûr nade ku em bi zarokên xwe re hevdîtinê pêk bînin. Ên kezeba wan dişewitin em in, ne ew e."
Li aliyekî Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan diyar dike ku malbatên PKK'ê bi zarokên xwe re hevdîtinê pêk tîne û tu astengî li pêş hevdîtinê tune. Li aliyê din jî bi hincetên cur be cur hevdîtina malbatan a bi girtiyan re tê astengkirin. Li gel gotinên Serokwezîr Erdogan, parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 70 roj û malbata Ocalan jî 6 mehin nikarin bi Ocalan re hevditinê pêk bînin. Her wiha 5 girtiyên PKK'ê ku li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê tên girtin jî 6 meh in nikarin bi malbatên xwe re hevdîtinê pêk bînin û ji hemû mafê xwe yê ragihandinê hatine dûrxistin.
Malbatan, diyar kir ku di serî de mafê hevdîtina saetekê ya bi parêzeran re daxistin nîv saetê û niha jî 6 mehin hevdîtin asteng kirine. Malbatan, anîn ziman ku ji 27'ê tîrmehê heta niha mafê ragihandinê yên girtiyên PKK'ê Şeyhmuz Poyraz, Cumalî Karsu, Hakki Alkan, Hasbî Aydemîr û Bayram Kaymaz ji destê wan hatiye girtin û nikarin mafê xwe yê telefon û nameyan bikar bînin.

'Ji bo her hevdîtinekê em 2 rojan mijûl dibûn'
Dayika girtiyê PKK'ê Bayram Kaymaz, Medîne Kaymaz a li Îzmîrê rûdinê, anî ziman ku heta 6 meh berê pir bi zor û zahmetî diçû hevdîtinê û ji bo hevdîtinê pêk bîne herî kêm 2 rojan mijûl dibûn. Medine Kaymaz, destnîşan kir ku berê jî tecrîdek li ser wan hebû, lê 6 mehin qet nikarin biçin hevdîtinê pêk bînin û hemû mafê wan ê ragihandinê ji destê wan hatiye girtin. Kaymaz, anî ziman ku heta dawî ew dê li zarokên xwe xwedî derkevin û wiha got: "Me bikujin jî û têxin bin axê jî em dê li zagorên xwe xwedî derkevin. Niha ji bo hevditina nîve saetê li me zulimê dikin û destûrê nadin hevdîtinê."

'Bi dijwarî li ser me digeriyan'
Kaymaz, bilêv kir ku dema diçûn hevdîtinê bi dihan caran li ser wan lêgerîn pêk dianî û lêgerînek gelek dijwar pêk dianî. Kaymaz, da zanîn ku dema diçûn hevdîtinê li aliyekî hezar zahmetî ji wan re derdixistin û li aliyê din dengê wan tomar dikirin û yek bi yek li wan guhdar dikirin. Dayika Kaymaz Menîne Kaymaz, derbirî ku ew dê tu carî zarokên xwe bi tenê nehêlin û heta dawî li wan xwedî derkevin.

'Ev der girtîgeha Îmralî ye'
Kaymaz, bibîrxist ku dema diçin hevdîtinê jî ji aliyê rayedarên Girtîgeha Îmraliyê ve rastî pêkanînen derûnî tên û li wan neheqî te kirin. Kaymaz, da zanîn ku dema bertekên xwe tînin ziman jî rastî bersîva "Vir girîgeha Îmraliyê ye" tên. Medîne Kaymaz, diyar kir ku 6 mehin bi kurê xwe re hevdîtin pêk neaniye û wiha got: "Erdogan dibêje kezeba min dişewite. Lê destûr nade ku em bi zarokên xwe re hevdîtinê pêk bînin. Ên kezeba wan dişewitin em in, ne ew e."


FERHAT ÇELİK/ÎZMÎR