Sala 2018’an ji 10 milyonî zêdetir mirov çûn serdana Mûzeya Louvre ya dîrokî ya li paytexta Fransayê Parîsê.

Li gorî daneyên rêveberiya mûzeyê ji 10 milyonî zêdetir kesî serdana mûzeyê kir. Ji bo mûzeyeke ku di hêla berhemên antîk û hunerên bedew de xwedî girîngiyeke navnetweyî ye, ev elaqeyeke mezin e.

Midûrê Louvreyê Jean-Luc Martînez ji AFP’ê re axivî û got, ‘’Di dîroka xwe de cara pêşî ye û li gorî min di dîroka mûzeyên dîrokî de cara pêşî ye ku ji 10 milyonî zêdetir kesî 2018’an serdana Louvreê kirin.’’

Mûzeya Louvreê bi 10,2 milyon mêvanan li gorî 2017’an (8,1 milyon) 25 ji sedî li xwe zêde kir. Sala 2012’an 9,7 milyon kesî serdana mûzeyê kirbiû. 2017’an piştî Louvreê 8 milyon kesî serdana Mûzeya Neteweyî ya Çînê kiribû û di pey vê re New York Metropolitan Museum of Art hebû, ku 7,3 milyon kesî serdana wê kiribû. 3 ji 4 parên mêvanan biyanî ne. Ji 10 milyon mêvana 2,5 milyon Fransî bûn û 565 hezar şagirt û xwendekarên dibistanan jî çûn serdana muzeyê.

 

PARÎS