Li navçeya Amedê Erxeniyê zarokê bi navê Huseyîn Taş xwe bi xwe hînî bateriyê bûye. Bi bavê xwe re diçe dawetan û li bateriyê dide.

Li navçeya Erxeniyê ya Amedê, Kûtbettîn Taş (41) û kurê xwe yê 10 salî Huseyîn Taş bi hev re diçin dewetan û li bateriyê jî didin û li berê stranan dibêjin. Huseyîn, li dawetan radihêje çovên xwe li bateriya ji telê xwe mezintir dixe. Ew dawetvaniyan li ber rîtma bateriya xwe dicoşîne, û helbet direqisîne.

Her kesî matmayî dihêle

Bavê Huseyîn, Kûtbettîn Taş bi xwe tembûrjen û solîst e. Ew dibêje, kurê wî bi gelek stranên Kurdî jî zane û wiha dipeyive: “Ew xwe bi xwe fêrî van stranan jî bûye. Ev şeş sal in diçim dawetan û stranan dibêjim. Pê re kurê min jî hînê lêdana bateriyê bû. Wî xwe bi xwe gihand, fêr bû li tembûrê jî bide. Niha diçe dibistanê. Hin cara bi awayekî ku ji dibistanê nemîne bi min re tê dewetan jî. Ez gelekî dixwazim ku li ser muzîkê perwerde bibe.”

Huseyînê piçûk jî dibêje, “Ez bi tena serê xwe fêr bûm li bateriyê bixim. Min bi xêra bavê xwe ji muzîkê hez kir. Niha jî xwe hînî lêdana tembûrê dikim. Bavê min nizane li bateriyê bixe. Dema ku ez li dewetan li bateriyê didim, ji piçûkan heta mezinan herkes matmayî dimîne.”

 

MA/AMED