Di pîrozbahiya li Komeleya Çanda Kurdistanê ya Osloyê, bi beşdariya Kurdistaniyên ji çar parçeyên Kurdistanê pêk hat. Di çalakiyênde piştî sînevîzyona li ser jiyan û têkoşîna gerîlayên PJAK'ê, endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya PJAK'ê Ehwan Chiyako axivî û diyar kir ku ji ber Ocalan têkoşîna azadiya her çar parçeyên Kurdistanê dimeşîne ew weke PJAK felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dipejirînin. Chiyako ragihand ku yek ji mînakên berçav ên netewîbûyînê 'şehîdê destpêkê yê PJAK'ê" ye û got, "Şehîdê destpêkê yê PJAK'ê rêhevalê me Newzat Komar ê ji Rojavayê Kurdistanê bû."

Chiyako axaftina xwe wiha dewam kir: "Li Îranê baweriyeke ku ev du hezar sal in serdest e heye. Li gorî vê baweriyê; yê li Kurdistanê serdest be wê li tevahiya Îranê serdest be. Ji ber vê yekê Humeynî gava hat ser desthilatdariyê, karê wî yê yekemîn êrîşa li dijî Kurdistanê bû. Komkujî kir. Hin destketiyên hatin qezençkirin, stend. Dûre hin rêxistinên Kurd ava bûn; lê belê ev rêxistinên mijara gotinê ji rêxistinbûyînên klasîk wêdetir nebûn. Hikûmeta Başûrê Kurdistanê ev rêxistin qels kir, lê belê PKK xwedî li Rojhilatê Kurdistanê derket. Qedexe nas nekir.
Di sala 1999'an de dema Serok Apo dîl hat girtin, Kurd di serî de bajarên Rojhilatê Kurdistanê li gelek deverên Îranê rabûn ser piyan. Ciwanan dûre berê xwe zîvirandin çiyê. PJAK jî di 4'ê Nîsana 2004'an de di rewşeke ku Kurdistaniyên ji Rojhilatê Kurdistanê hêviya wan qels bû de ava bû û hêviyên azadiyê yên gel ji nû ve şîn kir."
Li dû axaftina Chiyako ciwanekî ji Rojhilatê Kurdistanê yê bi navê Nagil Azîzî helbesta ji bo Ocalan nivîsandibû xwend.

 OSLO