
Meclîsê li dijî hewldanên dagirkirina Rojavayê Kurdistanê bang li keç û xortên Kurd kir da ku tevlî nava refên YPG bibin. Yekîneyên Parastina Gel yên li bajarên Heleb, Efrîn û Serêkaniyê li hemberî komên çekdar ku dixwestin herêmên Kurdan dagir bikin, berxwedaneke bi rûmet nîşan dan, niha jî bûne hêviya rizgariyê ya hemû gelên li herêmê.
Meclîsa Gel a bajarê Dêrikê bi armanca piştgiriyê bide hêzên YPG daxuyaniyek da. Daxuyanî bi tevlîbûna endamên meclîsê û gelek kesayetiyên Ereb û Xirsitiyan hat dayîn. Endamê Meclîsa Gel Yûsiv Hacî daxuyanî xwend û bal kişand ser tevlîbûna çalak a gelê Kurd di nava şoreşa Sûrî ya aştiyane de.
Berxwedaneke bi rûmet
Haci bibîrxist ku hêzên ku xwe li aramî û jiyana bi ewle ya herêmên Rojava ranagirin bi êrîşan hewil didin jiyan gel têk bibin. Endamê Meclîsa Gel diyar kir ku berxwedana Yekîneyên Parastina Gel planên van derdoran têk bir.
Yûsiv Hacî di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku ew ji bilî YPG tu hêzeke din a leşkerî li ser xaka Rojava napejirînin û bang li keç û xortên Dêrikê kir da ku tevlî nava refên YPG bibin. Piştî ku li Heleb, Efrîn û Serêkaniyê Yekîneyên Parastina Gel li dijî hewildanên dagirkirina Rojavayê Kurdistanê berxwedaneke bi rûmet kirin, tevlîbûna nava refên YPG jî zêde bûn. Li bajarê Dêrikê 100 endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger bi daxuyaniyekê tevlîbûna xwe ya nava refên YPG ragihandin.
Kordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger, piştî êrîşa li dijî bajarê Serêkaniyê, ji bo xurtkirina parastina gel li hemberî hewldanên destwerdanê, dest bi pêngava tevlîbûna nava refên YPG kiribû. Koordînasyonê diyar kiribû ku ew ê bi vê pêngavê hezar endamên xwe tevlî nava YPG bikin.
Di çarçoveya pêngavê de, endamên tevgera ciwanên şoreşger li bajarê Dêrikê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de, 100 endamên Ciwanên Şoreşger tevlîbûna xwe ya nava refên Yekîneyên Parasatinê de ragihandin. Ciwanên tevlîbûna xwe ragihandin diyar kirin, ku li Rojavayê Kurdistanê hêza parastinê ya rewa tenê YPG ye û anîn ziman ku ew amade ne ji bo parastina nirxên gel li hemberî êrîşan canê xwe feda bikin.
Piştî daxuyaniyê, endamên Ciwanên Şoreşger serî li navenda Yekîneyên Parastina Gel dan.
ANF/DÊRIKA HEMKO
40 rewşenbîr tevlî PYD’ê bûn
Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ku li Rojavayê Kurdistanê mezintirîn partiya siyasî ya kurdan e, hêza xwe li welat û derveyê welat mezintir dike. Ji ber polîtîkayên partiyê yên ji bo çareseriya pirsgirêka kurd li Rojavayê Kurdistanê destekek mezin digire.
Roja 9’ê kanûnê li Danîmarkayê derdora 40 nivîskar, bijîşk, hunermend, rewşenbîr, xwendekar û kesayetên ji pîşeyên din bi awayeke fermî tevlî nava PYD’ê bûn. Navên kesayetên tevlî PYD’ê bûne wiha ne: Mihemed Nihsan-Bijîk (Danîmarka), Hêmen Kurdaxî -helbestvan û nivîskar (Almanya), Leyla Şerîfî -siyasetvan û aborist (Danîmarka), Ferîde Miho -Parêzer (Danîmarka), Emîra Ecûle -Rojnemevan (Danîmarka), Îbrahîm Îbrajhîm -Nivîskar (Danîmarka), Hogir Hibo -Xwendekarê Zanîngehê (Danîmarka), Xelîl Ekaş Biklro (Almanya), Hozan Kurd Betal (Almanya), Şêrwan Abdeleh Qadî (Almanya), Selah Misto (Danîmarka), Hikmet Miho (Danîmarka), Mihemed Cehfer (Danîmarka), Îbrahîm Şêxo -Bijîjîk (Danîmarka), Abdeleh Silêman (Danîmarka), Delîl Remedan (Danîmarka), Ferhat Mehmo (Danîmarka), Ibrahîm Hesen (Danîmarka), Faruq Silêman (Danîmarka), Îbrahîm Remedan (Danîmarka), Sebah Osê –Endezyar (Danîmarka), Dilyar Ebdo -Hunermend (Danîmarka), Mihemed Denklî (Danîmarka), Ciwan Xelîl (Danîmarka), Hiznî Remdan Xelîl -Eyndîwar (Danîmarka), Şiyan Sîdo (Danîmarka), Mihemed Abşaşo (Danîmarka), Luqman Mihemed (Danîmarka), Kamîran Enteriye (Danîmarka), Mustafa Bekir (Danîmarka), Arif Şêxo, Îbrahîm Hesen, Dilovan Reşo –Çalakvan, Zahir Yusiv -çalakvan (Danîmarka), Zanyar Darxirî -Hunermend (Danîmarka), Îzet Hemdî (Danîmarka), Lewend Hadî -Bijîşk (Danîmarka), Nihman Abdilkerîm (Danîmarka), Ciwan Keleş -Xwendekarê Zanîngehê (Danîmarka), Adil Mehmûd (Danîmarka).
KOPENHAG