
Meşa yekem a Gemlîkê
Yekem car ber bi Gemlîkê ji aliyê TUHAD-FED’ê ve di 4’ê Îlona 2005’an de meş hate lidarxistin. Di destpêkê de meş rastî astengiye dewletê hat. Fîrmayên otobusan ji aliyê hêzên dewletê ve hatin tehdîtkirin, hin wesayît hatin girêdan û ceza li wan hate birîn. Li dijî astengkirina polîsan narezîbûn hatin nîşandan. Li Laleliya Stenbolê 500 kesan meş li dar xist. Li Kadikoy û Çaglayanê di encama keviravêtina faşîstan de pevçûn derket. Dîsa li Kurtuluş, Bahçelîevler, Bagcilar, Gazîosmanpaşa, Beykoz, Goztepe, Sarigazî, Karayollari, Îkîtellî û Dolapdereyê çalakî hatin lidarxistin.
Nêzî 100 wesayîtên ku ji Çanakkale û Balikesîrê hatin Bursayê li Karacabeyê hatin rawestandin. Meşvanan li vê derê çalakiya rûniştinê dane destpêkirin. Kesên ku li gel astengiyan ji Amed, Sêrt, Edene, Mêrsîn, Mereş, Riha, Dîlok, Semsûr, Antalya, Enqere, Bursa, Eskîşehîr, Hatay, Mêrdîn, Wan, Qers, Îdir, Erdexan û Agiriyê hatin li Înegolê gîhiştin hev. 5 hezar kesan xwestin li vê derê daxuyaniyê bidin lê destur nehat dayîn. Li ser vêke meşvanan diyar kirin ku wan dengê xwe dane bîhistandin û vegeriyan otobusên xwe.
Di dema vegerê de konvoy dema ku li Bozoyukê derbas dibû rastî êrîşê hat. Êrîşkaran bi kevir û daran êrîşî konvoyê kir û xwestin otobusê bişewitînin. di encama êrîşê de nêzî sed kesan birîndar bûn. Meşvanan diyar kiribûn ku li gel ku Midûriyeta Polîsan nêzî wan bûye jî tu tedbîr nehatine girtin û dewletê bi awayeke aşkera piştgirî daye vê yekê.
Li Amedê pêşwazîkirin
Kesên ku ji Gemlîkê vegeriyan li Amedê ji aliyê girseyeke mezin li Kantarê hatin pêşwazîkirin. Polîsan bi bombeyên gazê êrîşî gel kir û pevçûn derket. Çalakgeran wesayîteke polîsan şewitand. Di encama pevçûnan de 6 kes hatin binçavkirin û gelek kes jî birîndar bûn. Aloziyê tevahî rojê berdewam kir. Di vê navberê de hat ragihandin ku walîtiya Bursayê tevahiya meş û mîtîngên li bajêr qedexe kiriye. Waliti angaşta ku destûr nehatiye standin, derpêş kiriye.
SERTAÇ KAYAR/DÎHA/AMED