Wezîrê berê: Zîndewarî û têkoşîna we min min heyranî we dike. Ez xwe wek ku hatibim îbadetxaneyekê hîs dikim. Ez ji hêrsa we ya li hember me û rojava jî fêm dikim. Ji bo daxwazên we bên bihîstin çi ji destê me bê em bikin.
Leyla Guven a ku çalakiya xwe ya greva birçêbûnê di roja 100´î de li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dewam dike, tevî xirabbûna siheta xwe, berxwedana xwe xurt dike. Li aliyê din Heyeta Navneteweyî ya Îmraliyê jî çû serdana Dayikên aştiyê û peyama, divê Ewrûpa êdî karekî bike, da û got, “Em ê Leylayê bidin jiyîn”. Parlamenterên HDP´ê meşên xwe ber bi Amedê ve dewam dikin. Dewleta Tirk êriş bir ser parlamenterên li Nisêbînê dimeşiyan ber bi Amedê ve. Parlamneterên ji Serhedê meşa xwe dewam dikin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Abdullah Ocalan di roja 100’î de dewam dike.
Siheta wê xirab, berxwedana wê xurt dibe
Leyla ya ku ji ber çalakiyê siheta wê zêde xirab bûye, pêr jî rakirin nexweşxaneyê, dermankirin qebûl nekir ş çalakiya xwe bi biryardarî dewam dike. Pêr ji ber êşa giran a sînga wê ew rakirinûn nexweşxaneyê. Halê hazir ew hew dikare vaê û vexwarinên din jî rehet vexwe, masulkeyên wê bi lez dihelin, êdî hew dikare rûne û timî dirêjkirî ye.
Çalakiya koma greva birçîbûnê ya yekemîn a li hepsên Tirkiye û Kurdistanê ya bi heman armancê di roja 62’yan de, ya endamê Nûnertiya HDP’ê ya Hwlêrê Nasir Yagiz di roja 87’an de, ya 14 çalakgerên lI Strasbourgê ya Fransayê û ya Îmam Şîş ê li Welatê Galiyan di roja 61’ê de, ya endama Meclisa Îştar ya li Mexmûrê Fadîle Tok di roja 27’an de, ya Hevseroka DBP’ê Sebahat Tuncel û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê ya berê Selma Irmak jî di roja 32’yan de dewam dike.
Li girtîgehan her roj li komên çalakiyê yên heyî yên nû jî zêde dibin. Herî dawî hatibû ragihandin ku 292 kes li girtîgehan di gerevê de ye.
Meşvan îro digihin Amedê
Di çarçoveya çalakiyên HDP’ê de îro di roja 100’emîn a çalakiya Leyla Guven de ku rastî salvegera Komploya 15’ê Sibatê ya Navneteweyî tê, li 15 bajaran meş tên lidarxistin. Meşa ji bajarên Kurdistanê îro li ber mala Leyla Guven a li Baxlera Amedê saet 12’an bi daxuyaniyekê bi encam dibe. Parlamenterên HDP’ê yên ji meşa milê Serhedê ve ji bo destekdayîna Leyla Guven ber bi Amedê ve tên tevî hemû astengiyan jî dimeşin.
Parlamenterên HDP’ê yên ku ji bajarên Serhedê dimeşîn Amedê, doh jî tevî êriş û astengiyên polîsên dewleta Tirk a dagirker, meşa xwe ya li dijî tecrîdê û piştgiriya çalakiyên greva birçîbûnê li Tetwanê dewam kir. Parlamenterên HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Salîha Aydenîz, Muazzez Orhan, Saît Dede, Abdullah Koç, Murat Sarisaç û Habîp Eksîk serê sibehê li navenda Tetwanê meşiyan. Parlamenter piştî Tetwanê çûn Bedlîsê û ji wir xwe gihnadin Amedê.
Parlamenter birîndar kirin
Parlamenterên HDP’ê yên Mêrdîn û Şirnexê jî ji navçeya Mêrdînê Nisêbîna bi dirûşma “Di Roja 100’î de ber bi Leyla ve, em tecrîdê bişkînin” meşa xwe ya ber bi Amedê ve xwestin dewam bikin. Polîsên dewleta Tirk li navenda Nisêbînê parlamenter asteng kirin û êrişî wan kir.
Parlamenterên HDP’ê yên Şirnexê Nuran Îmîr, Huseyîn Kaçmaz û Hasan Ozguneş pêr ji Şirnexê dest meşê kiribû û doh li Nisêbînê xwe gihandin Parlamenterên HDP’ê yên Mêrdînê Pero Dundar, Ebru Gunay û Tuma Çelîk. Polîsan Tirk bi maşîneyên zirxî derdora avahiya HDP’ê girt. gava ku parlamenter û rêveberên HDP’ê ji avahiyê derketin û xwestin ber bi Amedê ve bimeşin, polîsan ew asteng kirin û êriş bire ser wan. Di êrişê de polîsan parlamenter Huseyîn Kaçmaz derb kir û Pero Dundar jî birîndar kir.
Leyla wê bijî
Delegasyona Navneteweyî ya Îmraliyê doh çû serdana Dayikên Aştiyê. Dayikên Aştiyê nerazîbûn nîşanî bêdengiya Ewrûpa da û xwest êdî tiştekî bikin. Heyetê jî banga “Em Leylayê bidin jiyîn” kir.
Di dema serdana heyetê de, dayikan nerazîbûn nîşanî bêdengiya Ewrûpa da û got, “Em naxwazin ji girtîgehan cenaze derkevin.”
Wezîrê berê yê Karê Hundir û Dadê yê Îzlandayê Ogmundur Jónasson jî got: “Zîndewarî û têkoşîna we min heyranî we dike. Ez xwe wek ku hatibim îbadetxaneyekê hîs dikim. Ez ji hêrsa we ya li hember me û rojava jî fêm dikim. Bendewariyên we nayên bersivandin. Em navbeynkarên biçûk in. Lê em ê hemû hêza xwe ji bo daxwazên we bên bihîstin bi kar bînin û çi ji destê me bê, bi wê em ê dengê we ragihînin.”
Pişt re jî Nora Irma Morales de Cortiñas jî li ser navê Însiyatîfa Dayikên Plaza de Mayo axivî û got: “Ez ji we pirr hez dikim û ez bawerim hûnê bi ser kevin.”