Bermahiyên ENKS’ê jî di nav de, komên çete yên girêdayî koalisyona Sûriyê, ji 16’ê Sibatê ve êrîşî taxa Şêx Meqsûd a Helebê dikin.
Li gorî agahiyên ji Heyva Sor a taxê hatin girtin, di encama êrîşên çeteyan de li taxa Şêx Maqsûd 111 sivîlan jiyana xwe ji dest da; ji van qurbaniyan 34 zarok û 42 jin in. Wekî din 727 sivîlên jî birîndar bûn û ji van 290 zarok û 205 jî jin in . Rewşa gelekan ji wan giran e.
2400 mal hilweşiyane
Êrîşa çeteyan a bi hemû rengên çekên giran û hedefgirtina welatiyan didome. Çeteyan sekvanên xwe li ser avahiyên bilind ên li derdora taxê bi cih kirine. Di encama êrîşên çeteyan de her wiha ziyaneke madî ya mezin jî gihişt milkên welatiyan. Li aliyê rojhilatê taxê 2400 mal û dikan hilweşiyan e.
ANHA/HELEB