
Akademiya Şehîd Xebat a bajarê Hesekê 3 dewreyên perwerdehiyê bi navên Şehîd Bahoz, Şehîd Birûsk û Şehîd Zagros ji 119 ciwanên ji pêkhateya Kurd û Ereb ên bajarê Hesekê re vekirin û niha dewreya xwe bi dawî kirin.
Şervanên tevlî nava YPG`ê bûn di dewreyan de waneyên bîrdozî û leşkerî wergirtin. Akademiya Şehîd Xebat bi boneya dawîbûna her sê dewreyan merasîmeke leşkerî organîze kir. Di merasîmê de Fermandariya YPJ/YPG`ê û Hêzên Asayîşê, malbatên têkoşerên ku dewre bi navên wan hatibûn bi navkirin û bi dehan şervanên YPJ/YPG`ê amade bûn.
Armanc niştiman e
Merasîm bi toraneke leşkerî ji aliyê şervanên nû dewre bi dawî kirine destpê kir. Paşê ji Fermandarê YPG`ê Dijwar Ehmed axivî û destnîşan kir ku wek YPJ/YPG`ê armanca wan ku herêmê ji zilm û bindestiyê rizgar bikin û wiha dom kir: “Armanca yekîneyên me parastina niştiman û gel e. Bi taybet jî di vê qonaxa hesas a herêm têre derbas dibe de. ”
Ehmed diyar kir ku YPJ/YPG`ê bi serkeftinên xwe yên li tevahî qadan li cîhanê bi nav û deng bûye. Fermandarê YPJ/YPG`ê Dijwar Ehmed di dawiya axaftina xwe de serkeftin ji şervanan re xwest û pişre 119 şervanan sûnda leşkerî dan û tevlî nava refên YPG`ê bûn.
Merasîm bi gerandina kovendên gelêrî yên pêkhateya Kurd û Ereb bi dawî bû.
HESEKÊ