Rêveberiya Hewlêrê 119 roj in ambargo daniye ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî Mexmûrê. Waliyê Hewlêrê Firset Sofî li ser pirsa rojnamevanan îdîa kiribû ku dorpêç nîne û alîkariya wargehê dikin, lê rayedarên Mexmûrê dibêjin, ti alîkarî nehatiye dayîn.
Wargeha Penaberan a Şehîd Rusmet Cudî (Mexmûr), ji 17’ê Tîrmeha 2019’an ve ku li restoranta bi navê Hoqabaz a li Hewlêrê berpirsyarê MÎT’ê (Teşkîlata Îstîxbarata Tirk) Osman Kose hat kuştin, di bin dorpêçê de ye.
6 zarokan can da û hezar bêkar
Li gorî agahiyên rêveberiya Mexmûrê, ji roja destpêkirina dorpêçê heta niha şêniyên kampê ji bo çareserkirina pirsgirêkên tendûristiyê nikarin biçin Hewlêrê. Ji ber dorpêçê heya niha 6 zarokan jiyana xwe ji dest dane. Ji ber ku asayîşa Hewlêrê destura çûna nexweşxaneyê nedaye, ji van 6 zarokan, 5 zarok di zikê dayika xwe de mirine.
Li gorî Komîteya Pêwendiyên Derve, 2 hezar kesên ku ji bo debara malbatên xwe li Hewlêr û bajarên din ên Başûrê Kurdistanê dixebitîn, ji ber dorpêçê bêkar man û êdî nikarin biçin ser karên xwe.
Danûstendinan encam negirtine
Ji bo rakirina dorpêçê, Meclîsa Gel a Mexmûrê û Komîteya Têkiliyên Derve ya Wargehê, li gel sazî, rêxistin û parlementeran re peywendî çêkirin. Lê ev hewldanên pirralî encam negirtin.
Li hemberî îdîayên ku dibêjin dorpêç rabûye, mamosteyên Wargeha Mexmûrê Zibeyîr Kara, Hazim Şirnexî, Şirîn Yaman û Bijîşk Medya axivîn û îddîayên di vî warî de derew derxistin. Qisekeran bal kişadin ser pêdiviyên kampê û xwestin rayedarên li cihê cih rastiyê bibînin.
MUNZUR DERSÎM/EZÎZ PUSATRO/JNEWS/MEXMÛR