Bi hezaran şêniyên bajarê Qamişlo 9 şervanên azadiyê Delîl Qamişlo (Rodî Hesen), Diyar Qamişlo (Şiyar Elî), Zerdeşt Qamişlo (Elî Hemko), Bahoz Qamişlo (Norşîd Şêxo), Egîd Qamişlo (Ibrahîm Ibrahîm), Delîl Hesarî (Reşo Hisên), Cuma (Cuma Hec Elî), Mehmûd (Mehmûd Elî), Hisên (Hisên Xelef) ên di operesyona rizgarkirina Minbicê de di demên cuda de jiyana xwe ji dest dabû, her wiha 3 Endamên Hêzên Asayîşê yên ku 27ꞌê Tîrmehê di teqîna li taxa Xerbî ya Qamişlo de jiyana xwe jidest dayî ên bi navê Mihemed Hesên, Luqman Ebddî û Ebdullah Mardînî, li goristana şehîd Delîl Sarûxan oxir kirin.
Di merasîma oxirkirinê de, hevseroka Meclîsa Damezrîner a Sîstema Federal Hediye Yûsif, Hevserokatiya Kantona Cizîrê Heyfa Erebo, Herseroka PYDꞌê Asya Ebdullah, nûnerê Rêveberiya Xweser a Başûrê Kurdistanê Xerîb Hiso, Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Sarûxan û Cîgirê wî Hisên Ezam, Hevserokê Desteya Parastinê Rêzan Kulo û nûnerên Rêveberiya Xweser amade bûn.
Şervanên YPGꞌê û endamên hêzên asayîşê Cenazeyên şervanên azadiyê ji Mala Gel a taxa Enteriyê hilgirtin ser milên xwe û ber bi goristana şehîd Delîl Sarûxan ve birin. Malbatên têkoşeran hine û find rakirin û şêniyên bajarê Qamişlo jî wêneyên têkoşeran, alên YPG/YPJꞌê û hêzên asayîşê hilgirtin, tîlîlî û dirûşmeyên “şehîd namirin” bi ser Qamişlo ve hilbûn. Di dawiya merasîmê de, keça şehîd Diyar Qamişlo strana “dil dixwaze here cengê” got û diyarî bavê xwe kir.
ANHA/QAMIŞLO