Piştî rizgariya Kobanê pêngav û poerasyona paqijkirina DAIŞ’ê ya li herêmê bi hemû hêza xwe didome. Navenda Ragihandina YPG’ê diyar kir ku berxwêdana Kobanê ya ku li hember hewldanên dagirkirinê çeteyên DAIŞ'ê tên meşandin û gihiştiye merhaleya serketinê ket roja xwe ya 137'emîn û got,

“Operasyona azadkirina Kobanê ji aliye şervanên me yên YPG/YPJ bi hemû lêza xwe berdewam dike. Di çarçoveya vê operasyonê de hêzên me li gundên rojhilat û rojavayê Kobanê operasyon li dar xistin û hejmarek zêde qad azad kirin.

Hêzên me yên ku di çarçoveya operasyona azadkirina Kobanê de operasyonên xwe yên li bejahiya Kobanê berdewam dikin, hejmarek zêde gund û qad ji çeteyan rizgarkirin. Gundên Çolbeg, Çikurê, Zorava, Mezra Erbuş, Minazê û girêdayî Minazê 3 gund û Numanê Şêxa, girên Izea û Şehîd Êrîş ji aliyê hêzên me ve hatine azadkirin. Komên çeteyên ku li hember hêzên me xwe negirtin neçar man ji qadên navê wan derbas dibe birevin.

Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di van operasyonan de nehatiye zelalkirin. Hêzên me di van qadan de dest danîn li ser wesaîtek bombebarkirî, 5 wesayîtên leşkerî, ambûlansek û hejmarek zêde amûrên leşkerî û cebilxane.

Şervanên me yên YPG/YPJ pêşveçûna xwe ya rojhilat û başûrrojhilatê Kobanê jî berdewam dikin. Operasyonên duh hatine lidarxistin de hêzên me gundê Qaramezrê û Şex Çoban jî ji çeteyan paqij û azadkirin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di van operasyonan de nehatiye zelalkirin. Di van qadan de hejmarek zêde cebilxane ketiye destê hêzên me.


3 çete hatin girtin

YPG’ê diyar kir ku 3 çeteyên ku duh ji aliye hêzên wan ve hatibûn dîl girtin hemû jî ji Helebê ne û navê wan wiha ne; Mihemed Derwêş (ji navçeya Sirîn), Mihemed Îbrahîm (ji navçeya Sfîrê) û Cemîl Hisên (ji navçeya Dêr Hafir). 


 ANF/KOBANÊ