Bendava Pembelîkê ya li ser ava Periyê jî hate çêkirin. Bendav dê 12 gundên di navbera Dêrsim, Çewlik û Elezîzê di bin avê de bihêle. Şîrketa bi navê DARANHES a ku bendavê çêdike ji welatiyên gundan re name şand. Di nameyê de tê gotin ku di nava meheke de av bê girtin û hemû erezî bûne malê cemaweriyê û bedelên wan jî hatine dayîn û ji bo vê desteserkirina cih misoger bûye. Wekî din di nameyê de tê gotin ku piştî ku av bê girtin dê di demeke kin de pir zêde bibe û darên li ser ereziyê bên birin, xwediyên wan jî ereziyê biterîkinin.
Dildarê Parastina Xwezayê ya Dêrsimê Haydar Çetînkaya, diyar kir ku wan nehiqûqiya bendava Pembelîkê ya li ser geliyê Perî û Nazimiyeyê berê jî anîne ziman û biryara rawestandina rêvebirinê heye. Çetînkaya bilêv kir ku ligel ku biryara rawestandinê heye jî şîrketa DARANHES'ê name şandiye û xwestiye di nava meheke de welatî gundan biterîkînin. Çetînkaya da zanîn ku welatiyên li gundên geliyê Periyê dijîn dê mexdûr bibin, ji ber ku ciheke biçin nîn e. Çetînkaya bilêvkir ku di nameyê de xaleke din a balkêş jî ew e ku heke gund neyên valakirin dê bi zora leşkeran bê valakirin. Çetînkaya anî ziman ku gundî dibêjin dê li hemberî vê biryarê derkevin lê divê we tenê neyên hiştin.
Çetînkaya got ku welatiyên gundan hatine Dêrsimê û li vir hem bi şaredariyê re hem jî bi alîkarê walî re hevdîtin pêk anîne û wiha berdewam kir: "Welatî ji şaredariyê û saziyên sivîl ên civakî alîkariyê dixwazin, li benda alîkariya wan in. Me jî got em ê li cem wan bin. Ji bo pêdiviyên wan bên bicihkirin em ê bikevin nava hewldanan. Heke neyê bicihanîn em ê li Dêrsimê çalakiyên şermezarkirinê pêk bînin. " Çetînkaya diyar kir ku heta encamê bigirin dê çalakiyên xwe bidomînin. 

DÎHA/DÊRSIM