Di operasyonên qirkirina siyasî de doh li Riha û Amedê 12 kes hatin girtin û 9 ji wan jî parêzerin.

Polîsê Tirk doh sibehê li Riha û Amedê avêtin ser gelek mal û buroyên siyasetvan û parêzeran. Li Amedê polîsan avêt ser mal û buroyên 4 parêzeran û piştî lêgerînê 2 parêzer xistin nezaretê.

Li Rihayê di serdegirtinan de endamê Meclîsa Partiyê ya HDP’ê parêzer Metîn Ozbadem, Hevseroka berê ya HDP’ê ya Bajêr parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol, ji rêveberên berê yên HDP’ê Sedat Çelîk, endamê Meclîsa Şaredariya Sêwerekê yê HDP’î Îbrahîm Ayyildiz, xebatkarê Radyoya Karacadag a hate girtin Salîh Erbekler û parêzer Cemo Tuysuz, Emîn Baran, Huseyîn Îzol, Şeyhmûs Înal û Hîdayet Enmek hatin hatin girtin û ew kirin nezaretê.

Hevşaredara Cizîrê, ku peywira wê ji hêla desthilata faşîst a AKP-MHP’ê ve hatibû dagirkirin, jî kirin nezaretê. Doh sibehê polîsên Tirk li Cizîra ser bi Şirnexê bi ser malan de girt û Hevşaredara Cizîrê  Bêrîvan Kutlu kir nezaretê.

HDP’ê têkildarî girtina parêzeran daxuyaniyek da û diyar kir ku desthilatdariya dewleta Tirk, hebûna parêzerên azadîxwaz weke gef dibînin û bi binpêkirina hiqûqa mafê parastinê êrîşan pêk tîne.

 

AMED/RIHA