Pişti ku Denîz û Taniş çûn Fermandariya Cendirmeyan, ji wê rojê ve wenda bûn û aqûbeta wan nayê zanîn. Li gel 12 sal derbaz bûn û malbatên Denîz û Taniş û siyasetmedarên ku mijarê dixin rojeva Meclisa Tirkiyeyê, Serokwezîr û Serok Komariyê jî tu encam nehat bidest xistin.

Di biryara Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupayê ya 2'ê Tebaxa 2005'an dayî de hat gotin; "Tirkiyeyê xala 2. ya Peymana Mafên Mirovan ya Ewropayê (PMME) binpê kiriye û berpirsyarên windakirina Denîz û Taniş rasterast meqamên fermî ne." Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê (DMME) ji ber van sedeman Tirkiye mehkum kir û biryar girt ku Tirkiye 172 hezar Euro bide malbatên wan.


Ji bo wan erdkolîn
Berpirsiyarê Goristana Kerboranê Haci Akar anîbû ziman ku Taniş şev nîvê şevê ji aliyê tîmên taybet û leşeran ve anîbûn li goristanê defin kiribûn. Di 29'ê Îlonê de Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê bi sernavê "Gelo Cenazeyê Serdar Taniş li Goristana Kerboranê ye?" nûçe nivîsandibû. Li ser van agahiyan Dozgeriya Komarê ya Kerboranê dê sibê li Goristana Kerboranê lêkolîn û kolandinê bide destpêkirin. Li ser vê biryar hat dayin ku îro li Goristana Kerboranê lêkolîn bê kirin.

´Cenaze yê Taniş bû´

Şahidê bûyerê Haci Akar wiha behsa wê şevê kiribû: "Wê demê ez li goristana Kerboranê peywirdar bûm. Şevekê bang li min kirin ku biçim şaredariyê. Ji min re hat gotin ku cenazeyek heye. Ji bo kar û barê fermî em çûn goristana Kerboranê. Di romoka traktorekî de cenazeyekî ku bi betaniyê hatibû pêçandin hebû. Hêzên dewletê goristan dorpêç kiribûn. Destur nedidan kes nêzî goristanê bibe. Min ji wan re got, ez em nikarin wiha defin bikin, divê vecîbeyên olî bi cîh bên. Ji min re gotin na bila agahiya tu kesekî çênebe, emê li vir veşêrin. Em çûn goristanê û me cihek vekir. Wan jî alîkarî dan min. Min fenera destan da rûyê cenaze. Di televîzyonan de wêneyê Taniş û Denîz hatibûn dayîn, ew hatin bîra min. Min ferq kir ku ew kes Serdar Taniş e. Min bi malbatê re hevdîtin pêk anî, cihê ku hat veşartin, nîşanî wan da. Lê hêj venebûye. Min 3 caran li Dozgeriya Komarê ya Kerboranê îfade da, lê dîsa jî venebû."

DÎHA/MÊRDÎN