“Em ji sedî pêncî ne. Em ê hemû cureyên tundiyê ya li hemberî jinan bi cezayê herî giran ceza bikin. Em ê wekheviyê li hemû qadan bi cih bikin. Em ê bi awayekî azad li kolanan bigerin, bi kincên em dixwazin bigerin, bi zimanê xwe perwerde bibin, bawerî û fikra xwe bi awayekî azad îfade bikin. Em dixwazin li welatekî bijîn ku nîvê meclisê jin be, nûnera têkoşîna jinê ye, cihê şer û şîdetê lê nîn be, di serî de desthilatdariya mêran, em ê nekevin bin tu desthilatdariyan. Em ê Wezareta Jinan ava bikin.”


‘Em ciwan in’

“Em ciwan in, baweriyê bi hêza ciwanbûnê tînin. Em in yên ku li Geziyê têdikoşin, li Rojava di înşakirina şoreşê de rol digirin û li hemberî polîtîkayên zextê têkoşîna xwe xurt dikin." 


'Em heftreng in'

“Yê ku her cure zext û cudakariyê ji holê rake em in. Em ê pirsgirêka LGBTiyan ji holê rakin. Di serî de perwerde, tenduristî, îstîxdam, star, em ê hemû pirsgirêk û newekheviya civakî ji holê rakin. Em li dijî homofobî û zayendperestiyê ne.”


‘Em zarok in’ 

“Em ê girtîgehên zarokan bigirin. Em dibêjin, ji bo welatê zarokan ê kêfxweş ava bikin “lîstikên xwe bigirin û werin. Êdî em naxwazin her roj bi şîna zarokên li ber çavên me dikujin, bijîn.” 


'Em baweriyê bi demokrasiyê tînin'

“Em ê li hemberî hemû wesayeta burokratîk a leşker-sivîl, otorîter, rêxistinbûnên yekperestî û qanûnên dijdemokratîk bi reformên demokrastîk pêvajoyekê bidin destpêkirin. Em ê bi hev re destûreke pirnasname, pirçandî, pirbawerî, birzimanî û mirovahiyê esas digire çêkin.  Em ê li her aliyê Tirkiyeyê “xweseriya demokratîk” bi cih bikin.  Em ê weke partiyên pergala Hevserokatiya Giştî pêk tînin, Pergala Hevserokwezîriyê bixin pratîkê.”


‘Em parazvanên mafên mirovan in’

“Ji bo dad bi lezgînî bigihîje armanca xwe em ê bi lezgînî pergala dadê biguherînin. Em ê destûrê nedin ku Wezareta Dadê wesayetê li ser HSYK'ê bide meşandin. Maqamê îdiayê û parastinê wê di pergala darazê de bibin wekhev. Em ê dawiyê li hemû binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan bînin. Wê tu kes ji bilî sûcê nefretê sûcê li dijî mirovahiyê ji ber fikrên xwe neyê cezakirin.”


‘Em ji her nasnameyê ne’

“Em ji bo gelan banga wekhevî û ji bo hemû  baweriyan jî banga azadiyê dikin. Bê ku di nava ol, nijad û fikrên felsefî de cudahî pêk bê, em ê mafên xwe îfadekirina gelan û baweriyan pêk bînin û wê baweriyê bidin wan.”


‘Em ew kes in ku cîhana azad diparêzin’

“Em dibêjin bêrîkirinên xwe bigire û were. Em dibêjin ‘Polîtîkaya derve ya aştiyê’ ya li aliyê mazlûman e, pêk bînin. Di destpêkê de li Rojhilata Navîn û li her derê cîhanê ji bo ku gel pêşeroja xwe ya azad ava bike, em ê bixebitin. Em ê li dijî polîtîkayên Îsraîlê rabin. Ambargoyên ku li ser Ermeniyan pêk tên em ê rakin. Di muzakereya bi Ewropayê re û ji bo endamtiya tam, di çarçoveya rêgezên xwe de xebatên xwe bidin meşandin.”


‘Em ê dawî li HES’an bînin’

“Em hişmediya bi xwezayê re dost diparêzin. Li dijî kapîtalîzmê em ê jiyana hemû zindiyaran biparêzin. Em ê dawî li hemû pêk anînên ku zerarê didin xwezayê bînin û têbikoşin. Em ê girîngiyê bidin enerjiya ku tê nûkirin. Emê li dij projeyên ku ekolojiyê têk dibin têbikoşin.”


‘Em ê aboriyeke bi ewle ava bikin’

“Em ê mafê mirovahî bigirin bin ewlehiyê.  Bi ‘Pakêta xwe ya Bingehîn a Ewlehiyê’ ji her malê re, her meh 10 metrekup av, 180 kw/h ceyrana bê pere û piştgiriya xwe germkirinê bidin. Yên ku xaniyê wan tune bin, em ê mehê 250 TL pere bidin wan. Ji ciwanên heta 18 salî, zarok, astengdar û yên teqewîtbûyî re dê wesayît bê pere be. Tu welatî li mal wê birçî nemîne."


‘Em karker û kedkar in’

“Em ê mirovahiya bikin serwerê jîngeha kedê. Pergala taşeroniyê gav bi gav ji holê rakin. Em ê serê pêşîn xebatkarên cemaweriya giştî bi qadro bikin. Di sektora taybet de xwediyê kar û karker wê wekhev bibin xwediyê heman berpirsiyariyê.”


‘Em temînata mafên civakî ne’

“Em kesên dahata wan kêm in. Em teqawît in. Em astengdar in. Em însan in.  Em ê malên bi ewle û parastinî çêbikin û mafê hemû welatiyên ê starê ewle bikin. Em ê ji bo teqawitan qanûna îtîbakê derxin û newekheviya heqdestê ji holê rakin. Hewcehiyên tendûristiyê bê bedêl pêk bînin.”