Ji bo çareseriya krîza li Kendavê, dewletn bi serkêşiya Erebistana Siûdî tevdigerin, lîsteyeke sazkirinê ya nû dan ber Qetarê. Van welatan di nava 13 xalan de ku mirov dikare wke ultîmatom bi nav bike, ji Qetarê xwest baregeha eskerî ya Tirkiyeyê bigire. Erebistana Siûdî, Emîratên Ereban ên Yekbûyî (EEY), Bahreyn, Misir û Kuweyt, ji bo çareseriya krîza li Kendavê, lîsteyek dan Qetarê. Di lîsteyê de ji Qatar a ku bi alîkariya terorê tê tewambarkirin, tê xwestin ku baregeha eskerî ya Tirkiyeyê jî bê girtin. Lîsteya ku ultîmatomek e, ji 13 xalan pêk tê. Xala ku balê dikişîne ser Baregeha Leşkerî ya El Rayyan a Tirkiyeyê, dibêje, “Ev baregeha eskerî ya Tirkiyeyê ku di demeke nêz de hatiye avakirin, divê bê girtin û divê hevkariya eskerî ya bi Tirkiyeyê re bê bidawîkirin.”
Têkiliyan bi Îranê re qut bike!
Her wiha di lîsteya fermanan de girtina kanala televîzyonê Al Jazeera, qutkirina alîkariya madî ya ji bo Husiyên Şîî yên li dijî hikûmeta Yemenê şer dikin, cemidandina têkiliyên dîplomatîk ên bi Îranê re, bidawîkirina hemû alîkariyên ji bo kom û rêxistinên terorê. Ev rêxistinên hanê jî wekî Birayên Misliman, DAIŞ, El Qaîde, Nusra û Hîzbullahê hatin rêzkirin. Ji bo Qetar li gorî lîsteyê tevbigere, 10 roj mohlet dan wê. Hat zanîn ku lîste bi rêya Dohayê ji Qatarê re hatiye şandin.
RIYAD