
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku di operasyonên li herêmên Kobanê û Cizîrê de 13 gund hatine rizgarkirin. Navendê destnîşan kir ku li başûrê Til Berak jî êrîşên çeteyan hatine şikandin û gelek çete hatine kuştin.
Navenda Çapemeniya YPG’ê derbarê encamên pêr û doh ên operasyonên li Kobanê û Cizîrê de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de têkildarî operasyonên Kantona Cizîrê wiha hate gotin: “Hemleya Fermandar Rubar Qamişlo ya ku bi armanca rizgarkirina gund û bejahiya rojavayê Kantona Cizîrê hatibû destpêkirin di roja xwe ya 25’an de bi serkeftî berdewam dike. Operasyonên di çarçoveya merhaleya duyemîn a hemleya me de tên lidarxistin, li başûr rojavayê Serêkaniyê didomin. Hêzên me pêr êvarî li qadên rojavayê bajaroka Mebrûka operasyonek nû lidar xistin. Hêzên me piştî pevçunên dijwar ên ku heta îro siharê berdewam kirin, gundên Til Reman, Um Cirin, Biwedêr, Xirab Seyyar, çend mezrayên biçuk, çerxerêya Haylê û navenda ceyranê ji çeteyan paqij kirin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan ên di vê operasyonê de nehatiye zelalkirin. Hêzên me yên ku li qadê xebatên xwe yên lêgerînê berdewam dikin, heta niha 2 kilêş, 2 dîktîryof û gellek amûrên leşkerî bi dest xistin. Di pevçunên vê operasyonê de 2 rêhevalên me yên ku bi lehengî şer dikirin, gihîştin şehadetê.”
Li dij amadekariya êrîşê çalakî
Di daxuyaniya YPG’ê de hate ragihandin ku li herêma başûrê Serêkaniyê çeteyên di amadekariya êrîşê de bûne hedefa YPG’ê û ev agahî hatin dayin: “Li derdora gundê Rehaniya Beggara ya ku 30 km dikeve başûrê Serêkaniyê, di navbera hêzên me û komên çeteyan de pevçunekî dem kurt hatiye jiyankirin. Hêzên me bi ser komên çete yên ku amadekariya êrîşê dikirin de girtin û di encam de 2 endamên çeteyan kuştin. Term û çekên herdu çeteyan jî ketine destê hêzên me.
Di van pevçunan de rêhevalekî me bi lehengî şer kir û gihîşt şehadetê.”
Li Kobanêк 9 gund hatin rizgarkirin
Di berdewama daxuyaniyê de derbarê operasyonên li Kobanê de jî ev agahî hatin dayîn: “Berxwedana bi armanca ku çeteyên DAIŞ’ê ji Kobanê bi temamî paqij bikin tê meşandin, di roja xwe ya 258’an de berdewam dike.
Hêzên me şevê din li rojhilatê Kobanê operasyonek nû lidar xistin. Di encama operasyona ku hêzên Burkan El Firatê a ji pêkhateya Arteşa Azad e jî tevlî bû de 9 gundên bi navê Çortenek, Tozinç, Mizxanê Mezin, Mereser, Çukurî ya Rojhilat, Rojava, Derbêtehit a Mezin, Navîn û Biçuk û girê Merêser ji çeteyan hatin paqij kirin. Rêhevalekî me û şervanekî Burkan El Firat ên ku di serkeftina operasyonê de rolek girîng dilîstin gihîştin şehadetê.”
Êrîşa çeteyan hate şikandin
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku komên çeteyan şevê din li başûr rojhilatê bajaroka Til Berak êrîşek lidar xistiye û wiha hate gotin: “Di navbera hêzên me û komên çeteyên ku gundên Hiweyş û Til Haydar kiribûn hedef de pevçunên dijwar rû dane. Hêzên me 2 êrîşên çeteyan ên ku li ser hevdu lidar xistin, şikandin û qasî hatiye zelalkirin 8 endamên çeteyan kuştin, hejmarek zêde çete jî birîndar kirin.
Hêzên me li vê qadê 5 mayinên bi dest hatine çêkirin, cebilxaneyên çekên cûrbe cûr û amûrên leşkerî bi destxistin. Li qadê xebatên lêgerînê berdewam dikin.”
QAMIŞLO/KOBANÊ
‘Ferqa DAIŞ û koalîsyonê nemaye’
Fermandariya Giştî ya YPG’ê derbarê, daxuyaniya Koalîsyona Suriyê ku 30’ê Gulanê hatibû weşandin û îdîa kiribû ku hêzên YPG’ê êrîşî gundiyên Ereb û Kurd dike û wan ji herêmên wan derdixîne de, daxuyaniyek weşand. Daxuyaniya ku di malpera fermî ya YPG’ê de hate weşandin û hat gotin ku operasyonên ku tên lidarxistin bi alîkariya hêzên Koalîsyona Navneteweyî de dimeşe û angaştên Koalîyona Suriyeyê ji rastiyê dûr e.
Fermandariya YPG diyar kir ku daxuyaniyên koalîsyonê û tevgere wan derdixe holê ku ti cudahî di navbera DAIŞ û koalîsyonê de nemaye û wiha pê de çû: “Di heman demê de ew bûye hevparê DAIŞ’ê ku rêbazên xwe yên qirêj li ser gelê Suryeyê pêk tîne.Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yekem hêze ku li Suriyeyê tu cudahî nexistiye navbera pêkhateyan û tevlîbûna ji hemû pêkhateyan ji bo nava hezên ku di roja îroyîn de pêk tê vê rastiyê raber dike.
Her wiha fermandariya YPG bi lêv dike ku daxuyaniya koalîsyonê gellek eceb e ji ber ku ji daxuyaniya wan ew encam derdike ji têkçûyîna DAIŞ’ê bêzar in.