
Li eniya rojava di encama operasyonê de gundê Ehmed Hiso û 3 gundên bi navê Ebiko ji çeteyan hatin rizgarkirin. Di encama operasyonê de ku heta doh serê sibehê dewam kir, 2 çete hatin kuştin û 23 mayinên ku çeteyan danîbûn hatin bêbandorkirin. Cenazeyên 2 çeteyên hatine kuştin, ketin destê şervanên YPG’ê.
Di operasyona li başûrê Kobanê li gundên Şêxalî û Saqa de her du gund hatin rizgarkirin. Li ser rêya gundên Cediyê û Toreman jî di encama çalakiyeke şervanên YPG’ê de wesayîtek hate rûxandin.
Li eniya başûrê rojavayê Kantonê jî, şervanên YPG/YPJ’ê li gundê Derbenoka Mezin ji çeteyan rizgar kirin.
Li eniya rojhilatê Kobanê jî hêzên YPG/YPJ’ê gundên Bexdik, Xan Mamed, Tolkê û Gultep rizgarkirin û cenazeyên 2 çeteyên kuştî jî ketin destê şervanên YPG’ê.
KOBANÊ