Li Taxa Sariçîmen a Navçeya Ebexe ya Wanê, 13 koçber li çiyê ji serma qefilîn. Li gorî nûçeya Havar a herêmî ya Wanê, 13 koçberên ku sînor derbas kirin ji serma qefilîn. Hat diyar kirin ku 10 koçber ji Efxanistanê û 3 koçber jî ji Kobanê ne.
Berdevka Komîsyona Koçber û Penaberan a HDP’ê Gulsum Agaoglû li ser trajediya koçberan a li Ebexê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Agaoglû got, “Hejmara mirovên ku di nava şert û mercên metirsîdar ên hewayê û cografyayê de dikevin ser rêya koçberiyê û jiyana xwe ji dest didin roj bi roj zêde dibe. Mixabin xemsariya civaka navneteweyî ya têkildarî vê pirsgirêkê dibe sedem ku bazirganiya mirovan a li qada navneteweyî zêde bibe. Li Wanê di 6 mehên dawî de nêzî 100 penaber xeniqîn, qefilîn an jî di qezayên trafîkê de mirin.
WAN