HPG'ê ragihand ku li Heftenînê û Çelê di çalakiyên gerîla de yên li dijî artêşa Tirk a dagirker, 13 leşkerên Tirk hatin cezakirin. Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, di çalakiyên gerîla de yên navbera 2-5'ê Tîrmehê 13 leşkerên Tirk hatine cezakirin. Di daxuyaniya HPG'ê de ev agahî hatin parvekirin: "2 û 4'ê Tîrmehê li dijî leşkerên dijmin ên li Girê Şehîd Bêrîvan çalakiyên sûîqestê hatin kirin û 2 leşker hatin cezakirin. 3 û 4'ê Tîrmehê hêzên YJA Starê li mintiqeya Tepê Tunelê yê qada Şeşdarayê, li dijî dagirkeran rêzeçalakiyên sûîqestê kirin. Di encamê de 3 leşkerên dijmin hatin cezakirin. 5'ê Tîrmehê li qada Tepê Dupişkê li dijî dagirkeran çalakiyek hat kirin û di çalakiyê de 4 leşker hatin cezakirin. Caran diduyan hêzên me li dagirkerên li qada Tepê Dupişkê xistin. 5'ê Tîrmehê, hêzên YJA Starê li dijî artêşa TC a dagirker a li qada Tepê Sor a li navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de 2 çeper û çekeke giran a A4 hatin rûxandin, 4 leşkerên dijmin jî hatin cezakirin." Şehîdên Ermûşê Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameya 2 gerîlayên ku 1'ê Tîrmehê li Herêmên Parastinê yên Medyayê di şerê dijî artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûn eşkere kir. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî mijarê daxuyaniyek da: “Me 4'ê Tîrmehê ragihandibû, li herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê li qada Ermûşê di navbera dagirkeran û hêzên me de şer qewimî. Di vî şerî de derbên giran li dagirkeran hatibû xistin û hevrêyên me Masîro û Şaho şehîd bûbûn. Agahiyên nasnameya hevrêyên me yên şehîd weha ne: Yûnûs Sert bi nasnav Masîro Botan li Batmanê ji dayik bûye û Ako Şahmûradî bi nasnav Şaho Caf li Ciwanro ji dayik bûye, 1ʼê Tîrmehê li Xakurkê şehîd bûn. Li dijî êriş û pîlanên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a mêtinger a faşîst ên li ser Başûrê Kurdistanê û tevahiya Kurdistanê, hevrêyên me Masîro û Şaho bi ruhê fedayî yê serketinê bi ser dijmin ve çûn û li ser rêya heqîqetê li dijî zilm û mêtingeriya dewleta TC a dagirker şer kirin. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Masîro û Şaho em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê meşaleya azadiyê ya şehîdan bi rengekî hêjayî şehîdên leheng be bigihînin serketinê." ANF/BEHDÎNAN