Artêşa Tirk a dagirker derbeyên giran ji gerilayên HPG`ê xwarin. 13 leşker hatin kuştin û 3 Skorsky û 1 Kobra derbe xwarin

Gerîlayên HPG/YJA Starê 27’ê Adarê saet 13.00’ê bi ser qereqola Beyzokê ya li qada Gerdiya a Şemzînanê de girtin. Bi ser leşkerên ku di li dor qereqolê de kozan de bûn çalakiyeke giran pêk hat. Di çalakiyê de bi kêmanî 10 leşker hatin kuştin û 3 birîndar bûn.

Li Çarçela operasyon didome

Operasyona artêşa Tirk li Çarçela ku 25’ê Adarê de dest pê kirî berdewam dike. Leşkerên Tirk li pêş berxwedana dijwar a gerîla nikarin xwe bilivînin û asê mane. Di operasyonê de komên kontra ên Oreman û Satê jî hene.

Heta niha 3 Skorsky û 1 Kobra derbe xwarin. Helîkoptêra Kobra agir jê çû û ji qada şer dûr ket. Nayê zanîn bê ka helîkoptêr ket an na.

Di operasyonan de hate tespîtkirin ku 13 leşker hatin kuştin û gelek jê birîndar bûn.

Di şer de 3 gerîlayan jiyana xwe ji dest dane. 


NAVENDA NÛÇEYAN