IPI’ya ku navenda wê li Viyanayê ye derbarê kuştina rojnamevana de daxuyaniyek da ragihand ku herî zêde di sala 2012 de rojnamevan hatine kuştin. Li gorî rapora enstîtuyê, li Sûriyeyê 31 rojnamevan û 8 nûçegihanên li ser karê xwe bûn hatin kuştin û Sûriye di vî warî de bû welatê yekemîn. Piştî wê jî Somalî bi kuştina 16 rojnamevanan di rêza duwemîn de cih girt. Di daxuyaniyê de derbarê Sûriyeyê de hate destnîşankirin ku hukûmet jî, hêzên muxalîf jî rojnamevan û xebatkarên çapemeniyê dikin hedef û di gelek bûyeran de rojnamevan rastî muameleyên xirab tên.
Li gorî daxuyaniya IPI’yê welatên piştî Sûriye û Somaliyê ji bo rojnamevanan xeter Pakîstan, Kolombiya, Honduras, Filîpînan, Brezîlya û Meksîka ne. Di daxuyaniya IPI’yê de hate destnîşankirin ku sala 2009 110 rojnamevan li ser peywirê hatibûn kuştin.
IPI’yê di berdewama daxuyaniya xwe de cih da Tirkiyeyê û bal kişand zext û girtinên li hemberî rojnamevanan û destnîşan kir ku Tirkiye bi girtina 70 rojnamevanan, di warê girtina rojnamevanan de welatê yekemîn e. Enstîtuyê bi bîr xist ku piraniya rojnamevanên hatine girtin Kurd in.
VIYANA