Ji Dibistana Navendî ya Partiyê ya PKK’ê ya bi navê Şehîd Hêmin 136 gerîla mezûn bûn. Piştî mezûniyetê ji bo gerîlayan merasimeke pîrozbahiyê hate lidarxistin.
Endama Komîteya Ronakbîrî û Zanîstî ya KCK’ê û Berpirsa Dibistana Navenda Partiyê ya Mazmûm Dogan Roza Pinar diyar kir ku Dewreya Şehîd Hêmin yek ji dewreyên herî serkeftî yên perwerdehiya îsal bûn. Roza Pinar bi bîr xist ku ji sala 2007 û vir ve bi awayeke zêde liv û tevgera leşkerî û êrişên hewayî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê berdewam dikin û bal kişand ku rêxistina wan tu carî dest ji hewldanên perwerdehî û rêxistinî bernade.

Tevî ku êrîşên bê navber hene jî... 

Pinar destnîşan kir ku êriş îro jî berdewam dikin û bal kişand ev konsepta êrişan di sala 2011 de dijwartir bûye û got; “Lê em di tu şert û mercan de xebatên xwe yên perwerdehiyê kêm nekiriye. Tevgera me di vî warî, de tu awayî xebatên xwe asteng nekir. Bê guman dê ji îro û pêve jî wiha be.”
Pinar got ku kadroyên pêşeng ên PKK’ê ji afirandina awayeke nû yê civakbûnê û civakeke nû berpirsyar in û wiha domand; “Divê kadroyên pêşeng ên PKK’ê ji bo pêkanîna vê yekê dest bi xebatên xwe bikin. Akademiyên me kadroyên wiha perwerde dikin. Ji ber wê jî tevgera PKK’ê herî zêde girîngiyê dide ser perwerdehiyê.”
Pinar diyar kir ku akademiyên wan bi hezaran kadro perwerde kirine û wiha axivî; “Dibistanên me yên Navendî yên Partiyê bi hezaran kadro perwerde kirin. Bi vê yekê xetek a fedayî û bi hêz afirand û li ser wê xetê serkeftinên mezin bi dest xist.”

Kurte dîroka dibistanên navendî 

Zêdetirê 25 salane ku PKK di perwerdehiya kadroyên navendî pêk tîne. Di çarçoveya biryara 3’emîn Kongreya PKK’ê de Akademiya Mahsûm Korkmaz li Geliyê Bekayê dest bi xebatên xwe kir. Xebatên vê akademiyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi xwe girt ser xwe. Piştî sala 1992 ev akademî hate giritn, Dibistana Navendî ya Partiyê li Şamê hate vekirin.
Piştî komploya navneteweyî ya sala 1999, ev Dibistana Navendî ya Partiyê ji Şamê birin Herêmên Parstinê yên Medyayê. Ji wê rojê û vir ve, Dibistana Navendî ya Partiyê ya Mazlûm Dogan bi hezaran kadroyan perwerde dike. Di van dibistanan de, ji hemû qadên xebatê yên KCK’ê beşdar bûn çê dibe.
Di vê dibistanê de gerîlayeke salek tevil bûye û gerîlayên 20 tevil bûne û fermandar in, bi hev re têne perwerdekirin. Ceribandin û ezmûnên xwe bi hev re parve dikin. Bi awayeke rêkûpêk pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têne xwendin. Her wiha dersên weke; ekolojî, dîroka civakan, felsefe, demokrasî û zayendperestiya civakî û gelek mijarên din têne dayîn.

Cihê perewrdehiyê ya Tevgera Azadiya Kurdan ne tenê Dibistana Navendî ya Partiyê ye. Di nava xebatên PAJK, PKK û e HPG’ê de gelek dewre û akademiyên perwerdehiyê yên ku her tim dixebitin jî hene. Zeynep Kinaci, Şehîd Nûda, Hakki Karer, Mashûm Korkmaz, jî hinek van in.

ANF/BEHDÎNAN