Di êrîşên komên çete yên girêdayî opozîsyona Suriyeyê de ku ev 7 meh in li dijî Taxa Şêx Meqsûd a Helebê dewam dikin, heta niha 138 sivîl hatin qetilkirin û 912 kes jî birîndar bûn.
Taxa Şêx Meqsud a Helebê ev nêzî 7 mehan e bi êrîşên komên çete yên bi navê Lîwaa Sultan Murad, Ehrar El-Şam, Furqeya 16’an, Lîwaa El-Fetih, Ceyş El-Mucahidîn, Kombûna Festeqim Kema Emert û Nûreddîn Zenkî re rû bi rû ye. Di êrîşên van komên girêdayî opozîsyona Suriyeyê de heta niha ziyaneke gelekî mezin a can û mal çêbûye.
Piraniya şêniyên taxa Şêx Meqsûd Kurd in, lê ji destpêka şoreşa Suriyeyê ve wekî cihê aramî û ewlekariyê tê dîtin. Lewma ji gelek taxên din ên bajêr, bi deh hezaran kesên ji pêkhateyên Ereb, Tirkmen ku ji ber şer û pevçûnan reviyane jî, xwe spartin taxa Şêx Maqsûd. Li taxa ku ji aliyê şervanên YPG/YPJ’ê ve tê parastin, hemû pêkhateyan bi hevre ji bo birêvebirina taxê meclîsek hevbeş ava kir û ji pêşwazîkirina pêdiviyan heta perwerdeyê gelek xebat meşandin.
Êrişan sala 2012’an destpê kir
Taxa ku bi vê pirrenginiya xwe bû nimûneyek ji bo Sûriyeya paşerojê, di heman demê de li pêşiya derdorên ku planên li Helebê hene jî bû kelem. Lewma van komên girêdayî hêza ku xwe wekî opozîsyona Suriyeyê bi nav dike, dest bi êrîsan kir.
Êrîşên li dijî taxê sala 2012’an destpê kir, û hertim bi rengekî demdemî dewam kir. Lê ji 22’yê Îlona 2015’an ve zêdetir bûn û ji 16’ê Sibata 2016’an ve bi dijwarî didomin. Di van êrîşan de jî sivîl hedef hatin girtin û bi sedan sivîlî jiyana xwe ji desta, bi sedan jî birîndar bûn.
Êrîşên herî dijwar Nîsanê pêk hatin
Di êrîşên di navbera 22’yê Îlonê û 28’ê Mijdara 2015’an de 15 sivîlan jiyana xwe ji dest da, 58 jî birîndar bûn.
Ji 28’ê mijdara 2015’an heta 16’ê sibata 2016’an jî, 20 kes hatin qetilkirin û 159 kes jî birîndar bûn. Di navbera 16’ê Sibatê û 5’ê Nîsana 2016’an de, ji ber êrîşên komên çete, 72 kesan jiyana xwe ji dest da, 564 kes jî birîndar bûn.
Ji 5’ê Nîsanê heta 13’ê Nîsana 2016’an ku êrîsên herî dijwar pêk hatin jî, 31 kesan jiyana xwe ji dest da, 140 kes jî birîndar bûn.
233 zarok û 257 jin birînar bûn
Di êrîşên ji 16’ê sibatê heta 13’ê Nîsanê de, ji kesên ku jiyana xwe ji dest dayî 32 zarok, 42 jî jin in. Her wiha ji birîndaran jî 233 zarok, 257 jî jin in.
BERFÎN ROJ/ANHA/HELEB
Dêra Meryem El-Ezrai rûxandin
Çeteyên Koalîsyona Sûriyeyê di êrîşa li dijî taxa Şêx Meqsûd a Helebê de, aliyek ji Dêra Meryem El-Ezrai ruxand.
Di encama topbaraneke dijwar a çeteyên Koalîsyona Sûriyeyê de parçeyek ji dêra Meryem El-Ezrai hat rûxandin. Ev cara 4 emîn e, çete cihên pîroz ên taxa Şêx Meqsûd (Dêra Meryem El-Ezrai, dêra Komîdas, mizgefta Istenbulî) topbaran dikin.
ANHA/HELEB