Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku duh bi şev di navbera hêzên YPG/YPJ'ê û çeteyên DAIŞ'ê de pevçûnên demkurt qewimîne. Navendê ragihand ku di pevçûnên li nêzî Serincê Avê de 2, di pevçûnên li herêma Mekteba Reş de jî 6 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin.
Di daxuyaniya navendê de hat gotin ku koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê jî, duh ji hewayê ve êrîşên bi bandor pêk anîne, lê hejmara windahiyên çeteyan di van êrîşan de nehatiye zelalkirin.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê ragihand, ku şervanên YPG/YPJ'ê duh bi şev li nêzî gundê Tiwêna yê ser bi Hesekê, li hemberî çeteyan çalakiyek lidar xistin û diyar kir ku di encama vê çalakiya bi bandor de 4 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.

Navendê her wiha ragihand, ku çeteyan duh di nava Hesekê de hewl dan bi wesayîteke bombebarkirî êrîşekê bikin û got, "Hêzên me dest li çeteyan werdan û berê bigihêje çeperên hêzên me wesayîta bombebarkirî tevî 2 çeteyên tê de hat teqandin. Ji ber teqînê zerar negihaştiye derdorê."

ANF/KOBANÊ