14 partiyên kurdan li dijî tevgerên hêzên operasiyona Dîcle û bûyera Dûzxormato, li Silêmanî kom bûn û civîna çapemeniyê pêk anîn. Partiyan daxuyaniyek hevpar da û wiha gotin: “Ew kiryarên serkirdayetiya operasyona Dîcleyê û tevgera wan ku bi berovajî destura Iraqê ku tê de dibêje (Artêş hemahengiya di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta navend de dibe) ji ber vê jî di vê demê de ew hewlên serokê hêzên çekdarîyên Iraqê û operasyona Dîcleyê wek demên berê tev digere ku ji bo kêse û hevrikiyên navxweyî tê bikaranîn ev jî berovajî binemayên damezirandina Iraqa nû ye piştî Rûxana dîktatoriyeta Beisê. Aliyên siyasî destêwerdanên herêmî şermezar dikin ku li dijî berjewendiyên herêmê û Gelê Kurdistanê ne. Pêwîste rêkevtin nameya navbera Iraq û Tirkiyê bê hilweşandin ku rê dide artêşa Tirkiyeyê ku bikeve nav axa Herêma Kurdistanê.”
Partiyan ji gelê kurd xwest ku berjewendiyên Silêmanî biparezin û wiha dawi li daxuyaniyê anîn: “Daxwaziya me ji gelê me bi giştî û parêzgeha Silêmanî bi taybetî rola xwe ji bo rûbirûbûna ew siyaset û rewşên nexwezyar ku dixwzin bisepînin bi ser Herêma Kurdistanê, bilîzin. Ji bo vê mebestê jî em daxwaz dikin ku hemû şêwazekî medenî û demokratiyane ji bo vê yekê bihêne havêjtin.
14 partiyên Kurdistanî jî ev in:, Partiya Komonîst ya Kurdistan, Partiya Zehmetkêşana kurdistanê, Hizbî Sosyalîst ya Demokrata Kurdistanê, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, Partiya Demokrata Kurdistanê, Partiya Çep a Kurdistanê, Partiya Çareserî û Demokratiya Kurdistanê, Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, Partiya Netewî ya Kurdistanê, Partiya Parêzgaran ya kurdistanê, Hizba Pêşkewtûxwazên a Demokrata Kurdistanê, Bizûtnewa aştîxwazên Kurdistanê, Komeleya Îslamî ya Kurdistanê, Bizûtneweya Rizgariya Demokratî ya Kurdistanê.
SILÊMANÎ