Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi civîneke çepemeniyê 148 jin û zarokên DAIŞ‘î teslîmî hikûmeta Ozbekistanê kirin.
Civina çapemeniyê li avahiya Gerînendeya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a li bajarê Qamişlo pêk hat. Berdevkê Gerînendeya Têkiliyên Derve Kemal Akif, balyozê giştî yê hikûmeta Ozbekistanê yê Îmaratên Yekbûyî yên Ereb Elî Şêr Sulomulov, şandeyeke YPG û Desteya Jin a Herêma Cizîrê tevlî civînê bûn. Aliyên Rêveberiya Xweser 148 DAIŞ‘yên li kampa Holê diman, radestî hikûmeta Ozbekistanê kirin.
Balyozê Ozbekistanê yê li Îmaratê, malavahiya QSD‘ê kir ku jin û zarok rizgar kirine û wan vedigerînin welatên wan. Di dawiya civînê de herdu aliyan belgeya radestkirinê îmze kir.
Iraqê 188 zarokên DAIŞ'î şandin Tirkiyeyê
Li aliyê din jî Dadgeha Lêkolînê ya Iraqê jî 188 zarokên DAIŞ’î radestî Tirkiyeyê kirin.
Berdevkê fermî yê Meclîsa Bilind a Dadwerî ya Iraqê Ebdulstar Beyreqdar li ser mijarê peyivî û got, "Dadgeha Lêkolînê ya Navendî ya Iraqê ku berpirsê dosya terorîstan û tawanbarên biyanî ye, 188 zarokên DAIŞ'iyan ji Iraqê radestî Tirkiyeyê kirine."
NAVENDA NÛÇEYAN