Li paytexta Fransa Parîsê, bûyerên piştî darbeya leşkerî ya faşîst a 12’ê Îlona 1980’yî ku li Girtîgeha  Amedê qewimîn, filmê 14’ê Tîrmehê ku berxwedana girtiyên PKK’ê ya li dijî hovitiya cuntaya faşîst dide nîşandan, hate temaşekirin. 

Filmê 14’ê Tîrmehê ku derhêneriya wê Haşim Aydemir dike li ser greva birçîbûnê û berxwedana li girtîgeha Amedê ya kadroyên PKK’ê dike, li paytexta Fransa Parîsê hat temaşekirin. Kurdistanî û Fransiyan eleqayeke mezin nîşanî film dan. Nîşandana film li salona Theatre du Gymnase hate kirin û bi sedan kes beşdar bûn.

Piştî temaşkerina filmê 14’ê Tîrmehê, Derhênerê film Haşîm Aydemir, lîstikvan Sûat Ûsta û Bulent Keser silav dan temaşevanan. 


 PARÎS