Filmali ser berxwedana 14’ê Tîrmehê ya bi navê 14´ê Tîrmehê, êdî li ser YouTube ye. MîrFilm ev film li YouTubeê bar kir.
Filma ‘14’ê Tîrmehê’ behsa êşkenceya li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê dike û berxwedana li zindanê vedibêje. Piştî ku film li holên sînemayê hat nîşandan û bi DVD’yan kete piyaseyê, niha jî li YouTubeê hate barkirin.
Hazirî û girtina dîmenên filmê, 3 salan kişand. Di filmê de ku encama lêkolînên berfireh e, ji Mazlûm Dogan heta bi êşkencekar Esat Oktay Yildiran, bûyer cihê xwe digirin; film di heman demî de mîna belfgefilmekê jî hatiye sêwirandin.
Berxwedana Mezin a Zindanê ku yek ji damezirînerê PKK’ê û Endamê Komîteya Navendî Mazlûm Dogan dabû destpêkirin, 17’ê Gulanê bi çalakiya qehremaniyê ya Çaran dewam kiribû û bi çalakiya Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê gihiştibû qonaxa serfiraziyê.
Lînkan filmê li ser YouTube ev e:
https://www.youtube.com/watch?v=OW1guJNuTZI&feature=youtu.be
AMED