Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê derbarê Pêngava Azadkirina Kantona Kobanê de daxuyanî da çapemeniyê. YPG'ê diyar kir ku pêşveçûna hêzên YPG/YPJ'ê li gundên Kobanê dewam dike û der barê bîlançoya duh de ev agahî bi raya giştî re parve kir: "Şervanên me di çerçoveya Pêngava Azadkirina Kobanê de hejmarek zêde gund û noqteyên stratejîk ji çeteyan azadkirin. Her wiha ligel ku terorîst li hin cihan şer kirin jî li gelek deveran bêyî şer bikin direvin.

Şervanê me pêr li rojavayê Kobanê girê Zagros, gundên Berkel û Getaş û eraziya derdora wan, li başûre Kobanê gundên Xêrûs, Hemdînê Rojava û Hemdînê Rojhilat, Seyîd Keta, Xirab Bergîr, Dafiyê, Zagros, Xatûniyê, Kofîn, Xidir Şetê, Gundê Nasir, li başûrojhilatê Kobanê gundên Şam û Piling, li rojhilatê Kobanê jî gundê Hurk û febrîkayê çîmento û derdora wê ji terorîstan paqijkirin.

Operasyonên hêzên me ya di çerçoveya Pengava Azadkirina Kobanê de lidar dixin ji şevê din ve bênavber berdewam dikin. Di operasyonên li rojavayê Kobanê de gundê Dadalî û rêbenda Cibil Ferac a stratejîk ji terorîstan hatiye rizgarkirin. Li vir terorîstek bi mirî ket destê hêzên me."


Eniya başûrê Kobanê

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê têkildarî rewşa baskê operasyonê yê li eniya başûrê Kobanê de jî ev agahî dan: "Di operasyona li başûrê Kobanê de jî gundên Aşmê û Zerik ji bin dagirkeriya terorîstan hatiye rizgarkirin. Di vê qadê de 2 kuştiyên terorîstan hatiye zelalkirin. Bi girtina gundê Zerik ve hêzên me milê başûr jî gihiştin çeperên xwe yên beriya hewldana dagirkirina terorîstên DAIŞ'ê."


Li eniya rojava 12 çete hatin kuştin

YPG'ê ragihand ku teqemeniyê çeteyan ên li gundên eniya rojhilat hatine bicîhkirin hatine bê bandor kirin û li herêmê 12 çete hatine kuştin. Têkildarî mijarê daxwuyaniya YPG'ê wiha didome: " Pêşveçûna hêzên me ya li başûrojhilatê Kobanê jî berdewam dike. Di operasyona ku girê Xwedê hedef digirt de pevçûnên dijwar qewimîn. Piştî van pevçûnan gir bi temamî ket destê hêzên me. Hêzên me bi awayekî hemwext êrîş birin li ser gundê Kûrek jî. Terorîstan teqemeniyên ku berê li malên gund cih kiribûn ji bo asteng kirina hêzên me hat teqandin. Di encama teqandinên dijwar de ti windahiye hêzên me çenebûye lê ziyanek mezin li malên gundiyan çebûye. Di operasyona li vê eniyê de 12 terorîst bi mirî ketiye destê hêzên me de. Dîsa hêzên me dest danîn li ser 3 kleş, 1 B7 roketavêj û dûrbînek termal." 


 DÎHA/KOBANÊ