Rûken Ehmed di berdewama axaftina xwe de bibîrxist ku destê piraniya dewletên Ewrûpa di vê komployê de hebû û van dewletan bawer dikirin ku dikarin hemû gelên cîhanê bi taybet gelên Rojhilata Navîn bixin bin destên xwe. Rûken Ehmed di axaftina xwe de wiha pêde çû: “Serdemeke dirêj e hêzên ku bi çarenûsa gelan dilîzin û ji nakokiyên di navbera gelan de wekî bingeh ji siyastên teng ku berjewendiyên wan pêktînin re sûd werdigirin. Lê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi fikir û felsefeya xwe karibû hemû van nakokiyan çareser bike. Vê yekê jî hişt ku kesayeta Rêber APO li pêşiya bi cih anîna armancên û pilanên wan bibe asteng.”
Rêber Apo bi ser ket
Rûken Ehmed anî ziman ku beşê yekemîn ji komployê ew bû ku Rêber APO ji qadên Rojhilata Navîn bi dûr bixin. Piştre ji aliyê Istixbaratên Emrîka û Îsraîlê ve li gel istixbaratên Kîniya û Yûnanistanê û bi alîkariya istixbaratên gelek dewletên navnetewî dîl hate girtin û radestî MÎT kirin. Rûken Ehmed di dawiya axaftina xwe de got, rast e ku 15’ê sibatê di dîroka gelê Kurd de rojeke reş e, lê divê em ji bîr nekin ku ev roj bû jêdera hêz û vîna gelê Kurd û bilindikirina têkoşîn û têkbirina komplogeran.
EFRÎN