RUBA EL-ELÎ / ANHA / REQA

Tîma Rojava Ramko ya rakirina mayinan 15 hezar mayin li bajarê Reqa û gundewarên wê bê bandor kirine. Ev tîm hîna xebatên rakirina mayinan dewam dike. Piştî rizgarkirina bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ`ê, vê carê xelkê bajêr ji ber mayinan bêzar in. Ji ber mayinên çeteyên DAIŞ`ê, heta niha jin û zarok jî di nav de, bûn sedema mirina gelek sivîlan. Li ser wê, Tîma Rojava Ramko ya bêbandorkirina mayinan li bajarê Reqayê dest bi xebatan kir û bi hezaran mayin bê bandor kirin.

30 hezar mayin hene

Berpirsê Tîma Rojava Ramko, Mistefa Salih li ser mijarê got, “Ev 3 sal in em hewl didin herêmên ku DAIŞ`ê dagir kiribûn ji mayinan paqij bikin. Armanca me parastina jiyana sivîlan ji xetera mayinan e, bi taybetî ya zarokan, ji ber ku nikarin mayinan û tiştên din ji hev cuda bikin. Em heftane 3 yan 4 caran dixebitin û mayinan bê bandor dikin, lê di nav bajêr û gundewaran de hîna zêdetirî 30 hezar mayinî hene.”

Heta niha 30 zevî hatin paqijkirin

Li ser  xebatên tîmê jî Salih got, “Tîmê heta niha 30 zevî li gundewarên bakurê Reqayê li herêma El-Kalte, El-Xazlî û Hezîme ji mayinan paqij kirine. Zeviyên ku me paqij kirine, jêderên jiyana şêniyan in. Ji ber ku herêmeke çandiniyê ye û şênî debara xwe bi çandiniyê dikin.”

Tîma Remko dê tîmeke din amade bike da ku li gundewarên Dêra Zorê ya rizgarkirî dest bi kar bike û mayinan bê bandor bike.