
Gerîla her biharê, bi hêviyekê dikevin rê. Bi derbaskirina çiyayên welatê min ên fireh, bi derbaskirina ava ku ji her derê diherike re dibin rêwî. Ji bo ku di rojnivîs û dilê xwe de pevçûnên nû, wekî dilopekê pevçûnên azadiyê bikin hêvî, dikevin rê. Ez sala 2010 û 2011 de li qada Heftanîn û Metînayê bûm. Wê demê demsal bihar bû û careke din gerîla bi hêviyeke mezin diketin rê. Vê carê komeke hevrêyên jin ber bi hêviyê ve bi rê dikektin. Çenteyên wan li ser pişta wan û rûyê wan li rojê bû. Yanî rêwiyên xwezaya Bakur bûn. Min navê vê rêwîtiya wan kir, rêwiyên ber bi hêviyê ve. Ji ber ku di çavên wê komê de, hêviya hevdîtineke azad hebû. Di nêrînên wan de pirsa dê careke din hev bibînin, yan jî nebînin serwer bû. Arjîn, Silav, Ronahî, Hêvî, Berfîn, Diljîn, Yerîvan, Hêvî, Rojda, Rojevîn, Berîtan, Viyan, Rûken, Bêrîvan, Mizgîn. Ew dem bûn ku van rêhevalên jin di ronahiya pêtan de bi hev re vedişartin ramanên xwe.
Gelek bîranîn li pey xwe hiştin
Xwe spartin tarîtiya stêrkan û wexta ku ber bi hêviyê ve dikeniyan, rondikên xwe xwedî dikirin. Gelek rêhevalên ku di vê rewîtiyê de bûn çûn cîhana nemiriyê û di semahên çiyayan de cara dawîn bû ku li avabûna rojê temaşe dikirin. Wekî ku roj jî ji wana xatir bixwaze, tîrêjên xwe yên sorxunavî li nava rûyê wan dida. Ji rûyê wan bedewî, evîndarî, hezkirin û dilgermî dibariya. Gelek bîranînên xweş li pey xwe hiştibûn û bi lezeke bi hêz xwe ji deşt û çiyayan berdabûn û tevli windahiyê bûbûn. Li aliyekê roj, li aliyê din jî te digo qey baran dibarî. Ji ber bi evîndariya dilê xwe, her çar demsalên salê di dilê xwe de dijiyan.
Ji lewre bêhna axê ya ku ji biskên şahmarî diket rayê canê wan, bi qasî ji dilê wan dihat dikişandin hundirê xwe. Ne rengê ewran û ne jî yên demsalan, navê rêhevalên xwe, daxwazên xwe dinivîsandin li kunyeyên dilê xwe. Bi herikîna bayê sivik re, bêrîkirinên xwe yên kûr derbas dikirin. Çavên wan her li ser şopa şûnpêyên rêhevalên wan bûn.
Li tehtên ku navber didanê, di çiyayên ku lê geriyane û ji wan derbas bûne, di geliyên kûr de jiyîna elenda sibehê… Wan hemû hest û xuruşiyên xwe di xendeyên xwezayê de vedişartin. Tenê çend gotin di binê turikê hestên wan de mabûn, ew jî dilê wan yek bû, baweriya wan yek bû, armanca wan yek bû… Gelek rêheval ji bo ku bigihin armanc û hedefa xwe, bi hezkirineke mezin berê xwe dan van rêyan. Lewre ew xwedî kesayetên ku di nava zor û zehmetiyê de hatine xuliqandin in. Di hundirê jiyanê de pir caran kêfxweş, pir caran jî kêliyên xemgîniyê bi hev re derbas kiribûn. Pir caran di hundirê êşan de gevizîn lê pir caran jî di hundirê bedewiyê de berê xwe dan asîmanê jorîn. Carna bi hev re rondik barandin û carna jî bi înada dilê xwe keniyan.
Lê ji van hemûyan cudatir jî di nîvê rêya jiyan û mirinê de bêyî ku bizanibin kîjan ji wan rêyan siberojên wan in, berê xwe didan rêyên zehmet. Ev dem ji wan re demên bi wî rengî bûn ku bi ruxmê dizanin ku mirin li ber derî ye jî ji bo ku xwe bigihînin armancên xwe, bi evîneke mezin berê xwe didin van rêyan.
15 stêrk bi hev re xurucîn
Di vê rêyê de gelek bedêl hatin dayîn. Gelek rêheval bêyî ku bigihin vê xwesteka xwe, canê xwe di ber vê rêyê de dan. Di vê koma rêhevalên jin de jî ew gumana ku dê bikaribin van rêyan bi awayekê têkûz derbas bikin û bigihin armancên xwe, hebû. Destê her rêhevalek li ser dilê wê bû. Gelek hest bi hev re dihatin jiyandin. Yek ji van hestan jî ya dema veqetînê bû. Ew dema veqetînê hatibû. Dîmenên ku di van kêliyan de hatin jiyîn, di dilê her rêhevalek de şopeke cuda hiştibû. Li aliyekê gelek kêfxweş bûn lê li aliyê din jî xemgîniya nedîtina gelek rêhevalên wan hebû.
Heszkirina wan a ji rêhevaltiyê re di asteke mezin de bû. Veqetîn, yek ji kêliyên herî zehmet ên ku gerîla dijî ye. Lê di hemwext de yek ji kêliyên ku herî pir bîranînên xwe yên xweş jî bi hev re parve dikin e. Ji lewre di her kêliya veqetînê de, bi qasî ji dilê wan rêhevalan hat hev hembêz kirin. Daxwazên xwe yên dawî ji hev re vegotin û bi vî rengî xatirê xwe yê dawiyê xwestin. Çi zû û çi jî derengtir, yek bi yek di wexta xatirxwestinê de, bi dilgermî û xendeyên ku li ser lêvên wan mabûn, hêdî hêdî çavên xwe li bêdawîbûnê digerandin. Gelek dixwestin daxwazên xwe, hêviyên xwe yên pêşerojê ji hev re vebêjin lê vê carê ne stêrkek, 15 stêrk bi hev re xurucîn valahiyê. Vaye bi yekbûna ruh û dilê xwe ji hev re dinivîsandin û vedigotin zimanê jiyanê. Bi dengê xweş ê Berfîn û Yerîvanê lê dida newaya azadiyê….
15 gerîlayên jin ku di 24'ê Adar a 2012'an de li herêma di navbera Betlîs Hîzan û Sêrt Baykan detevlî karwanê nemiran bûn: Leyla Altan (Arjîn Garzan),Perîhan Parlak (Berîvan Semsûr), Yildiz Cumo (Rojda Afrîn), Selma Avci (Berfîn Roza), Meyaser Orbay (Diljîn Cîlo), Ayşe Ahmet (Silav Soran), Ozlem Atsak (Ronahî Dersim), Mizgîn Aratemûr (Hêvî Roj), Asuman Mucel (Viyan Dîrok), Şukran Îmaç (Mizgîn Garzan), Gurbet Altûn (Rojevîn Amed), Welat Argiş (Berîtan Timok), Şehrîban Argiş (Rûken Aslan), Gulîstan Basûtçû (Yêrîvan Azadî)