Di dema pîrozbahiyên Pêngava 15’ê Tebaxê de kesek rûyê wî bi poşiyê pêçandî, daxwiyaniya Însîyatîfa Gel a Geverê xwend. Piştî axaftinan bi hezaran kesên hatibûn, ta derengiya şevê bi hunermendên Navenda Çand û Hunerê ya Geverê re coşiyan.
Hat zanîn ku pîrozbahiyên Pêngava 15’ê Tebaxê dê sibe êvarê berdewam bikin.
Mîhrîcana Xweza û Çand û Hunerê ya Çirava Dihê ya ku bi slogana "Em li Welatê Rojê bi Çand û Hunerê Xweseriya Demokratîk Slav Dikin" dê di 15'ê Tebaxê de cara sêyemîn bihata lidarxistin hat qedexekirin. Qaymeqamtiyê rejîmê ya li navçeya Dihê bi hincetên balkêş biryara qedexeyê da.
Wek tê zanîn di 15'ê Tebaxa 1984'an de ku destpêka têkoşîna çekdarî ya Partiya Karkerên Kurdistanê ye, yek ji cihê gerîlayên Kurd bi ser rêveberiyên dagirkeran de girtin, navçeya Dihê ya Sêrtê ye.
Li Serhedê banga 15’ê Tebaxê
Bi boneya salvegera şerê çekdarî yê PKK’ê ku di 15’ê Tebaxa 1984’ê de dest pê kiribû, Înîsiyatîfa Gel a Serhedê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de ji bo 15’ê tebaxê wiha tê gotin; “Partiya me ya bi rûmet, beriya 35 salan yekemîn gule li dewleta dagirker a Tirk, nokarên wê û teslîmyet, xiyaneta ku dispartin gelê me xistin û tekoşîna azadiyê da destpêkirin.”
Înîsiyatîfa Gel a Serhedê, bang li gelê Serhedê kir ku bi coşa serkeftinê 15’ê Tebaxê pîroz bikin û got; “Divê serkeftina pêngava 15’ê Tebaxê bi awayeke bi heybetir were pîrozkirin, divê bibe wesîleya honandina azadiyê û jiyandina Kurdistanê.”
COLEMÊRG/SÊRT/WAN