Muzîk û stran, dengvedana hestên civakê ye. Her wiha ji destpêka dîroka şaristaniyê ve jî hene. Peywendî bi şêwazekî wergerîna şahî, êş û bûyerên jiyana civakê heye û destana melodiyê ye. Xwedî bandoreke rasterast e li ser hestan. Bi vî aliyê xwe ve, muzîk nikare ji jiyana mirov û civakê were cudakirin. Ji ber ku modernîteya kapîtalîst bi vê yekê dizane, ji bo birêvebirina bijarte û hestên mirovan, gelekî ji muzîkê sûdê werdigire. Tişta ku modernîteya kapîtalîst dixwaze bike, ew e ku kesan ji dîrok û nirxên civakî qut bike û pê re jî li gorî civaka şahî û pêşandanê, li ser bingehê tevkujiya çandî asîmile bike û bihelîne. Ji ber ku di civaka pêşandanê de afrînerî tine ye, teqlîdkirin heye. Ev jî tê wateya çêkirina kesayetiyeke bênasname û bêpergal. Di bingehê wê de derbaskirina demên xweş û bêsûd hene. Berovajî vê yekê di kilam û stranên me de rastiyeke dîrokî û rêbazên exlaqê civakî hene. Bi hestên mirovan re rû bi rû ye.
Pêşî hêza berxwedana zindanan
Her pêngavek di hemû şoreşan de dibe sedema xwe guhertîna serdemekê. Mînak, di warên weke civakî, ramyarî, bîrdozî û her wisa di warê hunerê stranbêjiyê de jî. Bi pêşengiya şoreşa azadiyê, berxwedana sala 1982`yan ya di zindana Amedê de bû çavkaniyeke hêzdayin û bipêşxistina strana şoreşgerî ya berxwedêr.
Tevî ku beriya derketina şoreşa vejînê, bi dehan hunermend û dengbêjan di stran û hunerê xwe de pesnê delaliya Kurdistan û doza azadiya Kurdîniyê jî daye, dîsan jî ji ber gelek sedeman, ew rêbaz di xêzeke pirr teng ya devkî û heremî de mabû. Tevî van tengasî û astengiyan, dîsa jî ev berhem hetanî bi vê roja me ya îro, bi saya pêngavên weke 15 Tebaxê, hatine mayîndekirin û weke mîrat û çavkaniyeke resen ji me hunermend û nifşên siberojê re hiştine.
Ji bo gel çawa vejîn e ji bo hunerê jî vejîn e
Bi pêngava Vejîna 15`ê Tebaxê re meydan û eniya stran û muzîka şoreşgerî, kete pêvajoyeke din. Tevî ku gelek hunermend û stranbêjên wê serdemê di serî de Koma Berxwedan, hîna di destpêka salên tekoşîna xwe de bûn, berhemên hunerî û li gorî daxwaza dem û tekoşînê afirandin. Wan pê re jî mîsyoneke şoreşgerî da ber xwe û her endamek xwedî erkên dîrokî di wê pêvajoyê de bû. Bi vê mîsyonê re pêşî li karê xweserane û pê re jî kesayetiya aloz û bê rêxistinkirî girt.
Helbet ji destpêka tekoşînê û bi şûn ve rastiya ku hişt Koma Berxwedan û hunermendên şoreşger bi rola xwe rabin, bibin dengê gel û bipêşketina şoreşê bi xwe bû. Ew pêngav bû ku bû sedema bipêşxistinên hunerî û civakî.
Bêguman pêvajoyeke wiha û ew serketinên dema xwe, peywendî bi tekoşîn, ked û xebata şehîdên weke, Sefkan, Mizgîn û heta ya gelek hunermendên din yên şehîd re jî heye. Ev mînak di heman demê de, li dijî bandora modernîteya kapîtalîst, li dijî takakesîtiya populîst ya li hemberî kolektîfîzmê bûye bersiveke bingehîn.
Repertuwareke berxwedanê
Wateya 15´ê Tebaxê ji bo gelê Kurd çiqas girîng be, ewqas rê li ber geşkirina hunerê Kurdî yê şoreşgerî vekiriye. Herwiha li hemberî hunerê asîmîlasyonê li çar parçeyên Kurdistanê meydana wêrekî û afirîneriyê jî ji hunermendên Kurd re berfirehtir kir.
Stran û awazên ku di bin bandora pengava 15´ê Tebaxê da hatine afirandin, xwedî bandorek pirr mezin in li ser guherandinên “hişê civakê”. Berê bi sedan ciwanen Kurd daye bereya doza azadiyê.
Ji wan berheman çend stranên naskirî wiha ne, Tifinga min serî hilde, Bijî bijî heval Egîd, Hey Botan Botan Botanê, Çerxa şoreşê, Ey şehîd- şehîd, Ji çiyan daketin qada şer, Gerîla gerîla top û tiving Gerîlla û hwd. Bi dehan stranên din ku ketine nava dil û hê jî li ser zimanê xelkê têne bihîstin û gotin peyde bûn.
Îro gelê me li Rojavayê Kurdistanê şoreşa gel, bi awayekî awarte û hunerî roj bi roj mîna tevna ser darê, bi ked û ronahiya çavan dineqişîne û bi rê ve dibe. Bingehê paşerojeke mişt ji asoyên xweş û azad diafirîne. Ev şoreş ji aliyê hemû Kurdan ve weke rojeva sereke tê pejirandin.
Bi kurtî weke ku li jorê jî hatiye destnîşankirin, divê hemû hunermend xwe ji kêmasiyan rizgar bikin û hunerê şoreşgerî û çanda otantîk a resen ji xwe re bikin bingeh û bi pêş biêxin.
Yanî careke din li rastiya dîroka xwe ya berxwedêr vegerin û di eniya çand û huner de bibin dengê şoreşa nûLi ser hîm û rihê afirînêriya berxwedana 15 ê Tebaxê, xwe ji nû ve, bi hêz û rêxistin bikin û li ser vê bingehê bibin awaz û dengê neteweya demokratîk a azad.