KNK’ê bi civîneke çapemeniyê ragihand ku platforma nirxandina yekîtiya neteweyî ya Kurdan wê di 15-16’ê Tîrmehê de bi beşdariya 300 delegeyên ji çar parçeyên Kurdistanê wê li Silêmanî li hev bicive. 

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), li ser rewşa dawî ya xebatên têkildarî avakirina platforma nîqaşê ya li ser yekîtiya neteweyî ya Kurd, li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Alîkarê Hevserokê KNK’ê Tahir Kemalîzade beriya civîna çapemeniyê daxuyaniyeke kurt da û bi bîr xist ku wan bi dehan hêz û partiyên siyasî yên li çar parçeyên Kurdistanê dixebitin, hevdîtin kirine û got, “Em spasiya her kesî dikin ku piştgiriyê didin vî karî. Bijî yekîtiya gelê Kurd.”

Piştî axaftina Kemalîzade, endama Konseya KNK’ê Perwîn Ezîz daxuyanî da û anî ziman, wan di sala 2016’an de biryara destpêkirina vî karî daye. Ezîz got, “KNK’ê di Îlona 2016’an de li bajarokê Kara Încîr ê Kerkûkê civînek li dar xist. Di vê civînê de biryar hate dayîn ku platformeke hevpar a li ser nirxandina yekîtiya neteweyî ya Kurd bê avakirin. Di çarçoveya vê biryarê re roja 12’ê Hezîrana 2017’an me li Silêmanî dest bi vî karî kir.”

Ezîz diyar kir ku wan bi partiyên siyasî yên li çar parçeyên Kurdistanê re hevdîtin kirine, ev hevdîtinên wan hê jî dewam dikin. 


Ji bo Kurdan gaveke mezin e

Ezîz got, “Di pêvajoyeke bi vî rengî de ku li Kurdistanê û gelemperiya Rojhilata Navîn bûyerên girîng diqewimin, xebatek ji bo yekîtiya neteweyî gelekî girîng e” û wiha domand: “Piştî ku ev karê me di nava du hefteyên pêş de qediya, em ê di 15-16’ê Tîrmehê de bi beşdariya 300 kesên ji partiyên siyasî, rewşenbîr, akademîsyen, kesayetên welatparêz û beşên cuda yên civakê dest bi karê platforma nirxandina yekîtiya neteweyî bikin. Wezîfeya sereke ya her partiyeke siyasî û kesayetekî welatparêz a Kurdistanî ye ku piştgiriyê bide vî karî. Em hêvîdar in ji bo yekîtiya neteweyî ya gelê me, ev gava girîng were avêtin.” 


 SILÊMANÎ




KNK li gel serokê parlamenê bû


Heyeta Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), ku ji bo avakirina platformeke hevpar a li ser yekîtiya neteweyî ya Kurd serdana partiyên siyasî yên li çar parçeyên Kurdistanê dike, îro jî bi Serokê Parlamena Başûrê Kurdistanê Dr. Yûsif Mihemed re rûnişt.

Alîkarê Hevserokên KNK'ê Tahir Kemalîzade, endamê Konseya KNK'ê Dr. Kamûran Berwarî û Perwîn Ezîz û endamên KNK'ê Zekeriya Helebce û Ferhat Dostkî ji aliyê Dr. Yûsif Mihemed ve hatin pêşwazîkirin.

Piştî hevdîtina ku doh saet 10:30´an  li Ofîsa Parlamena Başûrê Kurdistanê ya li Silêmanî pêk hat, li ser navê heyetan, endamê Konseya KNK'ê Dr. Kamûran Berwarî û Perwîn Ezîz û Parlamenterê Tevgera Goran, Perwa Elî civîneke çapemeniyê ya hevpar li dar xist.

Di civîna çapemeniyê ya hevpar de Berwarî axivî û got, "Em îro bi serokê parlamena Başûrê Kurdistanê ku nûnerê rewa ye û endamên parlamenê re rûniştin. Di hevdîtinê de me ji wan xwest ku alîkariyê bidin vî karê me. Bi rengekî erênî nêzîk bûn."

Berwarî ragihand ku platforma hevpar a li ser yekîtiya neteweyî wê di 15-16'ê Tîrmehê de li Silêmanî pêk were û got, "Hemû partiyên siyasî yên êm bi wan re rûniştin, bi erênî nêzîk bûn. Me jî her kes vexwend û em hê jî dawet dikin. Hêvîdar im wê ji bo gelê me bi xêr be."


'Em amade ne bibin piştgir'

Li dû Berwarî parlamenter Perwa Elî axivî û anî ziman ku ew karê ji bo yekîtiya neteweyî gelekî hêja dibînin. Elî got, "Heyeta KNK'ê ev karê hêja bi me re parve kir. Em vî karî gelekî hêja dibînin. Me ji wan re ragihand ku em amade ne bi her awayî piştgiriya manewî bidin.

KNK ji 12'ê Hezîranê û vir ve ji bo avakirina platformeke hevpar a têkildarî nîqaşên li ser avakirina yekîtiya neteweyî ya Kurd, bi partî û rêxistinên Kurdan ên li çar parçeyên Kurdistanê hevdîtinan dike. 


 SİLÊMANÎ