Operasyonên qirkirina siyasî ya li dijî Kurdan li gelek bajar û navçeyan doh jî dewam kir. Tevî girtin û binçavkirinên ku berî du rojan li 6 bajaran pêk hatibûn, di sê rojên dawî de hêjmara kesên hatine binçavkirin 90 kesî derbas kir. Li navçeya Şirnex Silopiyê li taxên Cudî, Başak û Yenişehirê yên navçeya Sîlopiyê ya Şirnexê polîsan bi ser malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de 4 kesên ku di nav de zarokên bi navê S.A. (17) û Ş.A. (17) jî heye binçav kirin û birin qeraqola Sîlopiyê. Polîsan 3 roj berê jî 7 kes binçavkiribûn û girtibûn.
Li Sîlopiyê 7 kes hatin girtin
Li navçeya Sîlopiyê jî 5 jê zarok, 7 kesên ku berî sê rojan di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin jî bi tevahî hatin girtin. Hasan Ozdemir, Osman Olumen û F.T. (16), R.E. (16), T.Y. (16), S.A. (16) û M.U. (17) piştî derketin pêşberî dadgehê bi îdîaya "Tevli çalakiyê bajar bûne" û "propaganda rêxistinê kirine" hatin girtin û wan şandin girtîgehê.
Li Dêrsimê 4 kes
Li Dêrsimê jî doh di serdegirtina malan de 4 kesên bi navê Ersîn Yildiz, Zeynel Aytaç, Guven Gulbahar û kesekî navê wî nehate zanîn hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku kesên hatin binçavkirin li Qeraqola Polîsan a Dêrsîmê tên girtin û sedema binçavkirinan nehate zanîn.
Li Agiriyê 7 kes
Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê 7 jî kes hatin binçavkirin. Hêzên tîmên taybet li taxa Hurriyetê ya Bazîda Agiriyê, 2 maşîne rawestandin û di maşîneyan de û li ser kesên di maşîneyan de lêgerîn pêk anîn. Piştî lêgerînê polîsan 7 kes binçav kirin û birin Qereqola Polisan a Uluyolê.
Li navçeya Mêrdînê Şemrexê jî belavkara rojnameya Azadiya Welat û Ozgur Gundemê Yasemin Yilmaz, bi fermana dozgeriyê hate binçavkirin. Yilmaz şandin qeraqola polîsan a Şemrexê.
Li Serê Kaniyê serdegirtina malan
Li navçeya Riha Serê Kaniyê jî tîmên taybet û polîsan doh bi ser gelek malan de girtin. Wesaîtên zirxî gelek tax dorpêç kirin. Hat diyarkirin ku serdegirtina malan bi fermana dozgeriyê pêk hatiye, lê derbarê kesên hatin binçavkirin de ti agahî nehate girtin.
NAVENDA NÛÇEYAN