
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê operasyon û pevçûnên li navçeya Şemizînan a Colemêrgê de agahî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 16 leşker hatin kuştin û 2 gerîlayan ji yana xwe ji dest dan.
Di daxuyaniyê de têkildarî per û pevçûnên li Şemzînanê ev agahî hate dayîn; “Di 10’ê Îlonê de li navçeya Şemzînana Colemergê di çarçoveya êrîşên ji aliyê artêşa dagirker a Tirk ên li dijî Şkêrê Spî hatibû destpêkirin de di 11’Ê Îlonê de de pevçûnên dijwar qewimîne. Di 11’ê Îlonê de di saet 08.00’an de pevçûnên di navbera gerîlayên me û leşkerên dijmin ên xwestine li Şikêrê Spî bicîh bibîn heta danê êvarî berdewam kiriye. Di encama van pevçûnan de 4 leşkerên dijmin ji aliyê gerîlayên me ve hatine kuştin. Herweha gerîlayên me rê nedane dijmin û wan li vî girî tengav kiriye. Di heman rojê di navbera saet 18.30-19.00’an de li Şemzînanê li dijî yekîneyeke dijmin a ji 100 kesî pêk dihat û dixwestin Neqeba Ewliya bidestbixînin ji aliyê gerîlayên me ve ji çar baskan çalakiyeke êrîşê hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 10 leşkerên dijmin ji aliyê gerîlayên me ve hatine kuştin, hejmara birîndaran jî nehatiye zelalkirin. Di saet 24.00’an de dijmin kuştî û birîndarê xwe bi helîkopterên skorskyan ji herêmê dûr xistiye, herweha piraniya hêzên xwe yê li vir guhertiye.“
HPG’ê di daxuyaniya xwe de ragihand ku di dema çalakiya ji aliyê gerîlayên me ve hatiye lidarxistin de 2 gerîlayan jiyana xwe ji dest daye û nasnameya wan di dema pêş de wê ji raya giştî re were aşkere kirin.
Li dijî Alaya Garê çalakî
HPG’ê di daxuyaniya xwe de berdewamiya çalakiyên li herêma Şemzînanê wiha ragihandin: „ Di 11’ê Îlonê de di navbera saet 10.30-11.00’an de li dijî Alaya Garê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya li dijî çeperên tank û obusan hatiye lidarxisitn de 2 leşkerên dijmin ji aliyê me ve hatiye kuştin, çeper jî texrûp bûne. Piştî vê çalakiyê artêşa dagirker a Tirk derdora xwe bê ser û ber bi hewan û obusan bombebaran kiriye.“
Herêm tê bombebaran kirin
Di daxuyaniya HPG’ê de hate ragihandin ku Artêşa Tirk herêmên di bin kontrola gerîlayan de bomberdiman dike. Têkildarî bombebarana Artêşa Tirk de ev agahî bi raya giştî re hatin parve kirin: „ Di 11’ê Îlonê de li Şemzînanê li dijî herêmên Geliyên Nîrkola, Gostê, Masîro û Neqeba Ranyapîrê ji aliyê artêşa dagirker a Tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin. Dîsa di heman rojê de di navbera saet 19.30-21.00’an de li dijÎ Girê Gostê û quntarên wê ji aliyê artêşa dagirker a Tirk bi balefirên şer hatiye bombekirin.
Ji ber bombebaranê Dêra Dîrokî hilweşiya
Di 11’ê Îlonê de di navbera saet 11.30-12.30’an de li navçeya Gevera Colemergê li dijî Gundên Girê Berxan, Bazê, Alantûs û Tobe ji aliyê artêşa dagirker a Tirk bi balefirên şer hatiye bombekirin. Di encama bombebaranê de dêra dîrokî ya li gundê Bazê Tobê hilweşiyaye. Di 11’ê Îlonê de li navenda Dersimê li dijî herêmên Şakak, Deşt, Askasor û Şehîd Nadîr ji aliyê artêşa dagirker a Tirk operaysonek hatiye lidarxistin. Operasyona li herêmê hîn jî bi rengê kemîn vedan û keşfê berdewam dike.“
ANF/BEHDÎNAN