Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla yên li Colemêrg, Wan, Şirnex, Sêrt, Qers, Bedlîs û Amedê daxuyaniyeke nivîskî weşand. HPG’ê ragihand ku di çalakiyan de 16 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku li Bakurê Kurdistanê çalakiyên gerîlayên HPG’ê didomin. HPG’ê di daxuyaniya xwe de bang li cerdevanan jî kir û got, “Nebin amûra polîtîkaya qirêj a dewleta Tirk û ligel têkoşîna azadiyê ya gelê xwe bin.”

Ajokar hate berdan

HPG’ê ragihand ku hêzên wan di çarçoweya Pêngava Şoreşger a Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de çalakî li dar xistine û HPG’ê got:“13’ê Tîrmehê sat 14.00’an hêzên me li Elbaq a Wanê, li qada  Geliyê Masîro qemyoneteke ku malzeme ji qeroqolên ser sînor re dibirin rawestand. Hêzên me hin dokumanên leşkerî û tifingeke bi pompeyê û malzemeyên pê re şewiwandin. Û Ajokarê qemyonetê hatiye berdan.“

Li Şirnex, Sêrt û Erzeromê kuştî

Di daxuyaniya xwe de HPG’ê ragihand ku hêzên wan li Şirnex 2, li Berwariya Sêrtê 8 û li Qers Qaxizmanê 2 leşkerên dijmin hatine kuştin.

Bedlîs ji 4’an re bû gor

HPG’ê da zanîn ku 12’ê Tîrmehê artêşa TC’ê ya dagirker li Bedlîsê, li qada Şêx Cuma operasyonek daye destpêkirin û got:“Heman rojê berê sibehê hêzên me yekîneyeke operasyonê kirin jêr kontrola xwe û çalakiyek li dijî wan kir. Di çalakiyê de ji du baskan ve li yekîneyên dijmin hate reşandin û 4 leşker hatin kuştin.“

Li Amedê 3 şêhîd

Li ser şehîdên xwe jî HPG’ê got:“10’ê Tîrmehê artêşa TC’ê ya daigrker bi desteka amûra hewayî ya bêmirov li Qulpê ya Amedê li qada Şehîd Kawa operasyonek da destpêkirin. 11’ê Tîrmehê saet 01.30’ê balafiren şer û helîkoptêrê êrîşê qada yekîneyeke me ya li ser peywirê bombe kir. Di bombekirinê de 3 hevalên me şehîd bûn. Operarsyon heman rojê saet 13’ê Tîrmehê saet 12.00’an vekişiyaye.“

Nebin amûra polîtîkayên qirêj

Bi daxuyaniya xwe HPG’ê îşaret bi lîstikên qirêj ên dewleta Tirk li ser Kurdan kir û got:“Artêşa dagirker a TC’ê bi lîstikên gemarî dixwaze cerdevanan bi ser me de bişîne û bi wan şer bike. Beriya niha jî hatiye gotin, ti kesê ku derneketî operasyonê û rola wan di şehîdbûna gerîlayên me de nîne ne hedefa me ne. TC ya dagirker bi provakasyonên wiha dixwaze cerdevanan li dijî gerîlayên azadiyê bide şerkirin. Ên ku li Kurdistanê cerdevantiyê dikin, li dijî van provakasyonên dewleta dagirker ku jiyana wan ne xeman wan e, li dijî van polîtîkayan divê hişyar bin û nebin amûra polîtîkayên qirêj ên dijmin.

 ANF/BEHDÎNAN